Di konferansa ‘Zincîra Bêdengiyê’ de biryara ‘tora jinê’ û ‘kampanyaya gerdûnî’
Di konferansa ‘Zincîra Bêdengiyê’ de biryar hate dayîn ku tora jinê ya navneteweyî û ji bo girtiyên siyasî yên jin kampanyayeke gerdûnî were destpêkirin.
Di konferansa ‘Zincîra Bêdengiyê’ de biryar hate dayîn ku tora jinê ya navneteweyî û ji bo girtiyên siyasî yên jin kampanyayeke gerdûnî were destpêkirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di navbera 13-14’ê çileyê de li Amedê konferansa “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li Dora Girtiyên Jin ên Siyasî” lidar xist. TJA’yê têkildarî konferansê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji Başûrê Kurdistanê, Îran, Tirkiye, Filistîn, Kanada, Katalonya, Îrlandaya Bakur, Bask, Emerîkaya Latîn û Filipînan gelek jin tevlî konferansê bûne.
Daxuyaniya TJA’yê wiha ye:
“Di roja pêşîn a konferansê de, pergalên girtîgehan ên ku ji aliyê pergalên netewedewletên kapîtalîst ên zayendperest, nijadperest û mêtînger ve hatine afirandin, hatin nirxandin. Beşdaran derbarê ezmûnên xwe de pêşkêşeyên xwe kirin.
Hat diyarkirin ku girtîgehên bi ewlehiya zêde yên li Asya, Ewropa, Emerîka û Rojhilata Navîn mekanên ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve, di serî de jin, ji bo ku muxalîfan ceza bikin û îzole bikin hatine sêwirandin.
Beşdaran di vê çarçoveyê de ezmûnên xwe parve kirin. Jinên ku li hemberî êrîşên dewletên mêtînger di qadên nasname, azadî û mafên siyasî de têdikoşin diyar kirin ku li girtîgehên ku ji aliyê pergala mêrsalar ve hatine sêwirandin û bi manîpulasyonên darazî ew tê de hatine girtin, hewl tê dayîn ku serî bi wan bidin tewandin û bikin ku dev ji têkoşîna xwe berdin.
Pêşkêşeyên ku roja pêşîn hatin kirin, gelek temayên hevpar ên li welatên cuda derxistin holê. Di tevahiya axaftinan de, hat gotin ku tundiya zayendî wek rêbazeke êşkenceyê tê bikaranîn lê ji aliyê jinan ve gelek caran wek mijareke ku ‘behs nayê kirin û nayê axaftin’ dimîne.
Her wiha tundiya fizîkî û derûnî ya ku li ser jinan tê sepandin bi tenê li welatekî yan li herêmekê nayê kirin, ew wek sepanên hevpar ên ku girtiyên jin ên siyasî bi wan re rû bi rû dibin hatin vegotin. Derket holê ku girtîgeh, wek cih û war, li dijî fîzyolojî û sosyolojiya jinan hatine sêwirandin, jin bi awayekî bi pergal hatine îzolekirin, mafên tenduristiyê û ragihandinê bi awayekî bi pergal hatine binpêkirin, ev sepan bi perdeya bêdengiyê hatine nixamtin û ev bêdengî teqez divê bê bidawîkirin.
Jinan ev cih û warên çewsîner û stemkar bi îtîraz û berxwedana ku birêxistin kirine veguherandine qadên hînbûn û pêşketinê. Hatin gotin ku jinên girtî bi awayekî afrîner beşdarî huner, çapemenî, siyaset û jiyana civakî dibin.
Jinan diyar kir ku dayîna ceyranê, destdirêjî, tecrîd, şane, ragihandin û cezayên disiplînê parçeyên şikênandina vînê û radestbûnê ne û heta ku sepanên bi vî rengî yên li dijî rûmeta mirovahiyê bi dawî bibin, divê hevgirî û têkoşîn bê xurtkirin û domandin. Serborî, ezmûn û şîroveyên jinên ku ji çar aliyên jiyanê beşdarî Konferansê bûbûn, ji bo beşdaran bûn çavkaniyên xurt.
Her wiha, silav ji greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê 2023’yan de bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî’ destpê kirine re hat şandin.
Di roja duyemîn a Konferansê de, kargehên bi serenavên çapemenî û weşangerî, hiqûq û parêzvaniya mafan, hêza hunerê û mîsyona siyasetê hatin lidarxistin.
Bi armanca ku binpêkirinên mafên girtiyên jin bên berbiçavkirin, hişyarî û hevgirî bên çêkirin, 'Toreke jinan a navneteweyî' ya ku ji aliyê rêxistinên jinan, rewşenbîr, hunermend û dildaran ve bê damezirandin,
Têkoşîn û daxwazên girtiyên siyasî yên jin ên ku hîna jî di gelek girtîgehên cuda yên cîhanê de ne bi awayekî xurt bên destekkirin û ji bo vê yekê bi tenê çapemeniya xwecihî na; çapemeniya navneteweyî jî bi awayekî çalak bê bikaranîn,
Li hemberî hiqûqa navxweyî ya ku netewedewlet wek amûrên kêrhatî yên manîpulasyonê bi kar tînin, divê ji bo afirandina hestiyariyê û teşhîrkirina binpêkirinan mekanîzmayên herêmî û gerdûnî (DMME, KE, NY, AI, HRW, hwd) bên bikaranîn,
Kampanyayeke gerdûnî ya ji bo bidestxistina azadiya tevahiya girtiyên siyasî yên jin bê birêxistinkirin.”