Di Konferansa TJK-E'yê de qala azadiya jinê hate kirin

Li Dusseldorfê 4. Konferansa Têkiliyên Derve ya TJK-E hate lidarxistin û 2 rojan dewam kir. Di konferansê de azadiya jinê hate nirxandin.

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, 4. Konferansa Têkiliyên Derve ya TJK-E hate lidarxistin û 2 rojan dewam kir. Ji Elmanya, Swîsre, Hollanda, Fransa, Danîmarka, Swêd, Îngilîstan, Îtalya û Belçîkayê gelek aktîvîstên jin ên Kurd û koçber tevlî bûn.

Roja destpêkê ya konferansê bi zimanên Kurdî, Îngilîzî û Tirkî axaftin hatin kirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, sînevîzyonek li ser têkoşîna Sakîne Cansiz hate nîşandan.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ZAYENDÎPERESTÎ, NETEWEPERESTÎ Û EZEZTIYÊ

Songul Pazarcik pêvajoya siyasî nirxand û işaret bi rola diyarker a jinên Kurd di şerê Rojhilata Navîn de kir. Pazarcik destnîşan kir ku têkoşîna li dijî zayendîperestî, neteweperestî û ezeztiyê ji aliyê tevgera Kurd ve hatiye dayin.

Pazarcik bal kişand ser rê û rêbazên rêxistinbûna Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê û cihê jinan ê di nava jiyana heyî de û got, "Divê Tevgera Jinên Kurd bibe xwedî nêrîneke jinê ya gerdûnî." Pazarcik ragihand, divê ew jinên xwedî perspektîfên cuda ne karibin tevlî nava xwe bikin û işaret bi girîngiya afirandina eniya jinê ya demokratîk kir.

'DIVÊ EM AZADIYÊ RAST FÊHM BIKIN'

Jinên beşdar jî Piştî Pazarcik axivîn û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna li dijî zîhniyeta mêr a li malê û kar.

Di axaftinan de gelek jinan diyarkirin ku azadiya jinê ne tenê di aliyê karkirinê de qezencên madî û lixwekirina cilane û di vî alî de rexne hatin kirin.

Di konferansê de rola pêşeng a jinan di Şoreşa Rojava de hate nirxandin û hat destnîşankirin ku hişmendî û hêza xweparastinê ya bi jinên Êzidî peyda bûne, wê pêşî li rûdana komkujiyên nû bigire.

'DERFETÊN ŞOREŞÊ ZÊDE BÛN'

Di konferansê de raporên karê salekê yên Komîteya Tifaq û Têkiliya Demokratîk a KJK'ê û TJK-E hatin xwendin.

Di raporan de hat ragihandin ku rastiya Kurdan, azadiya jinê û modernîteya demokratîk di serdema heyî de derketine pêş û hat destnîşankirin ku desthilatdariya hegemonîk a li van her sê qadan tengav bûye, ketiye nava krîzeke kûr. Hat gotin, di ser van qadan re derfetên şoreşê zêde bûne û ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Kurd a Kurdistanê ve pêvajoyeke şoreşê heye. Di raporan de hat gotin ku Tevgera Jinên Kurd a li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke xurt da, divê li Ewropayê jî siyaset û dîplomasiyeke xurt bimeşîne.

KARÊN BINGEHÎN

Di raporan de hat gotin ku li Elmanyayê 30 komîte bi ser TJK-E ve dixebitin û bal hate kişandin ser van karên bingehîn:

"Kampanya azadî ji Rêbertî re, karê Forûma Civakî ya Cîhanê, karê Konferansa Jinan a Navneteweyî, rûniştinên Neteweyên Yekbûyî, danasîna 3'ê Tebaxê Roja Qirkirina Jinên Êzidî, tevlîbûna li çalakiyên navneteweyî yên tevgerên jinan, perwerdeya li dijî sîstema baviksalarî, çalakiyên 25'ê Mijdarê û karê dîplomasiyê yê li ser Komkujiya Parîsê."

MASEYÊN KAR HATIN DANÎN

Roja duyemîn a Konferansê, 6 maseyên kar hatin danîn. Li maseyên; Karê ji bo azadiya Rêbertî, Rêxistinbûn û Perwerde, Tifaq û Têkiliyên Demokratîk û Yekîtiya Neteweya Demokratîk, Karê Lobî û Kampanya li dijî qedexeyan, Jineolojî, Çapemenî û Enformasyonê nîqaş hatin kirin û encamên vê nîqaşê pêşkêşî beşdarên konferansê hatin kirin û hatin erêkirin.