Di konferansa Lubnan-Kurd de li ser rola jinan hat rawestin

Di konferansa Lubnan-Kurd de ku bi armanca xurtkirina têkiliyên navbera Kurd û Ereban li Beyrûtê hat lidarxistin de, li ser rolê jinan ê di demokratîkbûnê de hat rawestin.

Serokê Komeleya Jinên Lubnanê Buşra Elî di rûniştina duyemîn a Konferansa Lubnan-Kurd a bi sernavê “Jiyana Hevpar û ber bi Hevwelatiya Wekhev” ve, semînerek da û bal kişand ser rolê esas ê jinan ê di demokratîkbûnê de.

Buşra Elî anî ziman ku pirsgirêka civaka me ya îro ew e ku ji koka xwe hatiye bidûrxistin û got: “Civak bi exlaqê xwe heye. Tişta ku civaka dewletî ya çînî ji civaka xwezayî dûr dike, cihê jinan ê di civakê de  bi paş de avêtine. Li gel belavbûna gelek diyardeyên nerênî, bi taybetî jî diyardeya şideta li ser jinan a kujende û êşkence, tacîz, hiştina bêpar ji mafên bingehîn, koçber kirin, guhertina demografiya herêmê û bi trajediyên mirovahiyê cihê bi paş de xistina jinan, exlaq û nirxên civakê binpê dike.“

Buşra Elî da zanîn ku jinên Kurd û Ereb di warê parastin û ewlehiyê de gelek destkeftî bi dest xistine û wiha pê de çû, ji bo ku aramiya civakê pêk bê divê jin di parastinê de bi roleke çalak rabin.

Buşra Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê yên ku maf û azadiya jinan biparêzin, saziyên jinan bin. Her wiha divê di çareseriya pirsgirêkên jinan de pêşengiyê bikin. Ji bo ku siyaseta civakek hevalê xwezayê û rast pêk were, divê cihê jinan bihê parastin.”