Di derbarê efserê Tirk ê dest avêt zarokekê de lêpirsîn nehate despêkirin

Di derbarê efserê Tirk ê li Wanê dest avêtibû zaroka 17 salî bi hinceta ‘daxwaza kes’ lêpirsîn nehate destpêkirin.

Li Wanê N.A ya 17 salî ku li Wargeheke Zaroka a Gava Yekem a ji ber tundiya malbatê li wir strî, hate tecawîzkirin. Li ser dema li wargehê diyar bû ku ducanî ye, lêpirsîneke navxweyî hate destpêkirin. Îfadeya N.A ji aliyê Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) ve hate girtin. N.A di îfadeya xwe ya da ÇÎM’ê de diyar kir ku A.P destavêtiye wê. Bi efserekî bi navê T.A re jî hevdîtin kiriye, li mala wî maye û bi zorê destavêtiye wê. Li ser vê N.A bûyera bi serî hatî bi malbatê re parve dike. Piştre jî N.A û dayîka wê serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê dide. Diyar kirin ku A.P dest avêtiyê û giliyê wî kirine. N.A tişta bi serî hatî ji dozger re vedibêje.

N.A. di îfadeya xwe de diyar kir ku ji wê hebû A.P. jê hez dike, lê belê ew bir peravê Gola Wanê û dest avêt wê. N.A. her wiha diyar kir ku efser ê bi navê T.A. jî ew biriye mala xwe û piştî ku alkol bi wê da vexwarin dest avêt wê. Li ser negilîkirina NA ya ji efser T.A  bi gotina ‘daxwaza kes heye’ derbarê efser de lêpirsîn nehate destpêkirin. Parêzerê ku ji aliyê CMK’ê ve hatibû erkdarkirin, îtirazî bûyerê kir û diyar kir ku gotina daxwaza zarokek 16 salî ne mijara gotinê ye, eger gilî ji leşkerek jî nebe, bibîr xist ku ev destdirêjiyeke, diyar kir ku divê derbarê leşker giliyê sûc bê kirin û dozger kes vexwîne îfade dayînê.

Dozger tevî vê, li ser gilîkirina N.A di derbarê efeser de ti lêpirsînek nehate kirin, derbarê A.P jî biryara lêgerînê ya girtinê hate derxistin.