‘Di dema AKP’ê de rojê 5 jin tên kuştin’
‘Di dema AKP’ê de rojê 5 jin tên kuştin’
‘Di dema AKP’ê de rojê 5 jin tên kuştin’
Civaknas Azîze Kaya li ser navê saziyên jinan yên Amedê axivî û balkişand ser kuştinên jinan. Kaya da zanîn ku kuştinên jinan bi gotinên cuda tê rewakirin û ji rêzê tê dîtin. Kaya wiha got: “Êrîşa li dijî jinê îdeolojîke, li dijî vê bêdeng mayîn, bûyer tenê di alî ewlehiyê de destgirtin, aliyekê vê yê îdelolojîke.
Saziyên jinan li ber Navenda Rehabîlîtasyon û Şêwirmendiya Psîkolojîk ya Perwerdehiya Jinê ya Şaredariya Yenîşehîrê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Gelek xebatkarên saziyên jinan, nûnerên ÎHD, Înstiyatîfa Dayikên Aştiyê û endamên Meclisa Jinan a BDP’ê tevli bûn. Civaknasa EPÎDEM’ê Azîze Kaya axivî û diyar kir ku di 5’ê hezîranê de jina bi navê Seda Cevap ji aliyê hevserê xwe Şahîn Cevap ve li Baglarê çekê hatiye gulebarakirin û li nexweşxaneya Zanîngeha Dcîleyê di 7’ê hezîranê de jiyana xwe ji dest daye. Kaya da zanîn li Sêrtê jî jina bi navê N.Y ya 20 salî li mala xwe bi çekê întîxar kiriye. Jina bi navê S.G ya 29 salî jî bi xwarin dermanan teşebusê întîxarê kiriye.
Kaya da zanîn ku di 10 salên desthilatdariya AKP’ê de her roj nêzî 5 jin ji aliyê mêran ve tên kuştin.Kaya got ev di encama zîhniyeta serdest ya mêr de pêk tê û got divê li dijî bê bêdengî tunebe.
Kaya da zanîn ku ew wek saziyên jinan divê li dijî qirkirina jinê û tacîz û tecawîzê bê deng nemînin û divê civakek ahlaqî û polîtîk ava bikin.