Di çalakiyên 8'ê Adarê de berxwedana Efrînê hate silavkirin

Li gelek bajarên Ewropayê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de destek ji Efrînê re hate dayin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê li ber xwe dide.

Meclîsa Jinê ya Viyan a Wuppertalê, Însiyatîfa Jinê ya Nalîn Mûş a Dusseldorfê, Komuna Jinê ya Ekîn wan a Krefeldê, Komuna Jinê ya Tîjda Ekecîk a Grevenbroichê, Însiyatîfa Jinê ya Neuse yên di nava Yekîtiya Jinên Kurdistanê-Elmanya (YJK-E) de cih digirin û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dusseldorfê (NCDK) bi wesîleya 8'ê Adarê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiyek ji bo piştgiriya Efrînê lidar xistin. Hatineya ji çalakiyê bi dest ket, wê ji bo Efrînê bê şandin. Çalakî bi dirûşma "Em tecrîda li ser Îmraliyê parçe bikin, bi Rêberê xwe re bi rengekî azad bijîn" pêk hat. Parlamentera HDP'yî Tugba Hezer li vir axivî û Berxwedana Serdemê ya li Efrînê silav kir.

TECRÎD WÊ BI DESTÊ JINAN BÊ PARÇEKIRIN

Hezer işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û bi bîr xist ku jinên Kurd ji bo azadiyê deyndarê Ocalan in. Hezer destnîşan kir ku tecrîd wê bi destê jinê bê parçekirin û diyar kir ku jin wê di her şert û mercî de xwedî li destketiyên xwe derkevin. Piştî axaftinê, Hozan Canê, Hozan Kewê, Hozan Harînxan û Bulent Tûran derketin ser dikê. Koma Jinan a Erbanê ya NCDK-Dusseldorfê jî performansa xwe pêşkêş kir. Şanoger Emele û koma xwe jî derkete ser dikê.

BASEL

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Basel ê Swîsreyê hate pîrozkirin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya HDK-A Baselê ve hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên di têkoşîna jinê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di çalakiyê de bi navê Meclîsa Jinê ya Baselê ji Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, siyasetmedarên HDP-DBP'yî yên girtî Aysel Tuğluk, Sebahat Tuncer, Selma Irmak, Çağlar Demirel, Besime Konca, Nursel Aydoğan, Gülser Yıldırım, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gültan Kışanak, Berdevka SKM'ê Fadime Çelebi, Seroka Giştî ya ESP'ê Çiçek Otlu û hemû girtiyên siyasî yên jin re silav hate şandin. Piştî axaftinên li ser 8'ê Adarê û têkoşîna jinan hunermend Serap Yağız û Koroya Jinan derketin ser dikê. Piştî lîstika şano û xwendina helbestan çalakî bi dawî bû.