Di encama çalakiya gerîlayên jin ên YJA-Starê de ku li herêma Şêx Cuma ya Beldîsê pêk hat de, herî kêm leşkerek hatin kuştin.
Navenda Çapemeniya YJA Star bi daxuyaniyek nivîskî got; “Di 14'ê Cotmehê de di saet 17 30'an de li herêma Şêx Cûmaya Bedlîsê li dijî qereqoleke dijmin ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkoptera skorskyê ji herêmê dûr xistiye.”