Di çalakiya jinan de hat gotin; Li Tirkiyê xwedî derketina mafê xwe bûye sûc

Rûniştina yekem a 22 jinên beriya 4 salan ji ber ku 25’ê Mijdarê tevlî meşê bûne, hatine darizandin pêk hat.

Li Beyoglû ya Stenbolê roja 25’ê Mijdarê 2018’an di çarçoveya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta Li ser Jinê de Meşa Şevê ya Femînîst hatibû lidarxistin.

Di derbarê kesên tevlî meşê bûne ku di nav de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û rojnamevanek jî di nav de 22 jinan de, li 36’emîn Dadgeha Cezayê ya Aslîye ya Stenbolê doz hat vekirin.

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Bîrsen Ozge Gokçe, Dûygû Kozak, Ferîde Eralpî, Melda Karaoglû û Newroz Tûgçe Ozçelîk tevlî rûniştina yekem a dozê bûn û gelek jinan jî piştgirî dan.

Destpêkê Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr mafê axaftinê girt. Demîr daxuyaniya çalakiya 25'ê Mijdara 2018'an bi bîr xist û got: “Dadgehên ku dikarin ji kujer û kiryarên tundî biryara ‘rewşa baş’ bidin û ji jinên ku tevî her cure delîlan tên kuştin re jî biryara ‘Xwe kujiyê’ didin. Îro zêdetirî 70 hezar xwendekar, wekîlên ku jin ji bo temsilkirina xwe hilbijartine, serokên şaredariyan yên ku li dijî tundiya jinan yekîne, navend û stargeh ava kirine, rojnamevan û parêzvanên mafan di girtîgehan de digre. Ji ber ku ne kuştina jinekê, xwedî derketina mafê xwe bûye sûc.”

Ferîde Eralp jî destnîşan kir ku kuştina jinên ku ne li gor daxwaza mêran tevdigerin rewa tê dîtin, lê derketina jinan a kolanan dibe mijara darizandinê.

Newroz Tûgçe Ozçelîk a ku di çarçoveya dozê de parastin kir û bi bîr xist ku ji 25'ê Mijdara 2006’an û vir ve jinan her sal li Kolana Îstîklalê li dijî tundiya mêr-dewletê çalakî li dar dixistin.

Ozçelîk wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çalakiya me ya li dijî tundiya mêr, cînayetên jinan, cînayetên trans û tundiya li ser bedena jinê ya bi destê dewletê ve tê kirin, hema bibêje li hemû cîhanê di heman rojê de tê kirin û bi salan e li wê kolanê pêk tê, ne sûc e, mafê me ye.”

Di rûniştinê de parêzerên axivîn jî, daxwaza berdana muvekîlên xwe kirin.

Piştre şandeya dadgehê ragihand ku wê guhdarî jinên din ên di dozê de hatine darizandin bê kirin û rûniştin ji 21’ê Cotmehê re betal kir.

Jinên ku piştî rûniştinê li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dan, pankarta “25’ê Mijdarê tê darizandin, ne jinan, kujeran bidarizîn e” vekirin.