Li gorî daneyên TUÎK’ê di 5 salên dawî de 4 hezar û 325 jin ber bi întîharê ve birine. Bûyerên întîharê herî zêde di navbera temên 15-19’an de pêk hatiye.
Midûriyeta Herêma Amedê ya Saziya Îstatîstîka Tikriyeyê (TUÎK) daneyên întîharê yên navbera 2007-2011’an de aşkera kir. Li gorî vê di 5 salên dawî de 9 hezar û 92 mêr, 4 hezar û 325 jin bi giştî 14 hezar kesî hewldaneye xwe întîhar bike.
Li gorî daneyên îstatîstîkê di 5 salên dawî de jinên întîhar kirine hinceta întîharê ya 2 hezar û 66 jinan ne diyare û ji vana 667 heb ji ber şîdeta nava malê întîhar kirine.
Li gorî daneyan di bûyerên întîharê de rêjeya herî bilkind di navbera temenê 15-19’an de pêk tê. Di rêza duyemîn de jî koma temenê di navbera 20-24 û ya sêyemîn jî di navbera 25-29’an de cih digire.
Di îstatîstîkê de wekê sedemên întîharê şîdeta nava malê, pirsgirêkên aborî û bi ne daxwaza xwe zewace.
Li gorî daneyênTUÎK’ê di 5 salên dawî de hejmara jin û mêrên întîhar kirine wihaye:
Sala 2007: 985 jin, hezar û 808 mêr bi giştî 2 hezar û 793
Sala 2008: 892 jin, hezar û 924 mêr bi giştî 2 hezar û 816
Sala 2009 : 787 jin, 2 hezar û 111 mêr bi giştî 2 hezar û 898
Sala 2010 : 860 jin, 2 hezar û 73 mêr bi giştî 2 hezar û 933
Sala 2011: 801 jin, hezar û 876 mêrbi giştî 2 hezar û 677