Di 25’ê Mijdarê de şîdet li jinan hate kirin

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê jin daketin qadan. Di çalakiyên jinan de dewletê şîddet li jinan kir.

Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê bi hezaran jin ku ji pêkhatiyên saziyên jinan ên Stenbolê pêk dihatin, li Tunela Qada Taksimê kom bûn û xwestin heta Qada Galatasarayê bimeşin. Polîsan beriya meşê polîsan kolana Îstîklalê li trafîkê girtin. Kolana diçe Qada Galatasarayê jî bi barîkatan girtin. Jinên di meşê de israrkirin rastî êrîşa polisan a bi bombeyên gazê, ava bi şid û guleyên plastîk hatin. Lê dîsa jinan êrîş û astengî nas nekirin û kolan bi pankart û dowizên xemrî xemilandin û çalakiya xwe berdewam kirin. Jinên ku qad terk nekirin li erbaneyan dan û bertekên xwe anîn ziman. Jinên ku li dijî êrîşan kom bûn bê navber dirûşmeyên “Bedena min ya min e, ma te got qey ya te ye?" “Jin jiyan azadî" berz kirin. Jinen ku piştre di nava kolanan de belav bûn bi dowîz û pankartên xemrî yên di destê xwe de kolanên Îstîklalê bi rengê xemrî neqişandin. Jinên ku li kolana Mîsê dîsa kom bûn cara duyemîn rastî êrîşa polîsan hatin. Jinen tevî êrîşan ber bi Şîşhaneyê ve meşiyan dîsa rastî êrîşa polîsan a gaza xwezayi hatin.

Jin, tevî hemû astengiyan li Kolana Mîsê kom bûn û dirûşmeyên “Ji jinên li Kurdistanê li ber xwe didin re hezar silav", “Ji Arînan heta Sîbelan em dimeşin serkeftinê" û “Fîgen Yuksekdag rûmeta me ye" berz kirin.

Jinan piştî daxuyaniyê xwestin derkevin kolana Îstiklalê û dîsa rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan dîsa bi gaza xwezayî hatin û polisan li vir jin derb kirin. Jinên tevî hemû mudaxaleyan derketin kolana Taksîmê dîwarên kolanan bi dowîzên rengê xemrî neqişandin û dawî li çalakiya xwe anîn.