Di 10 salan de 1379 jinên karker ji ber cînayeta kar jiyana xwe ji dest dan

Li gorî ÎSÎG’ê ji 2013’an û vir ve herî kêm 1379 jinên karker di cînayên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî, rapora cînayêtên karkerên jin a sala 2013’an ve jiyana xwe ji dest dane, parve kir. Li gorî raporê ji sala 2013’an heya niha herî kêm hezar û 349 karkerên jin, di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî raporê 116 jinên karker li Stenbolê jiyana xwe ji dest dan û ev rêje li gorî bajarên din a herî zêde ye.

Di raporê de cînayêtên kar, li gorî salan hatin dabeşkirin. Li gorî raporê jinên karker bi hejmara 165'an herî zêde di sala 2016'an de herî kêm jî bi hejmara 103'yan di sala 2013'an de  di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Raporê cih da sedemên cînayetên kar jî. Li gorî raporê 44 jin di qezayên trafîkê de, 11 jin ji ber Kovîd-19’ê, 8 jin jî ji ber hilweşîn û pelçiqandinê jiyana xwe ji dest dane. Dîsa li gorî raporê 583 jin di karûbarên çandinî û daristanan de, 209 jin di qada tenduristiyê de, 180 jin di qada bazirganiya karker, buro û perwerdeyê de, 84 jin di şaredariyan de, 81 jin jî di qada tesktîlê de jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha di raporê de hat diyarkirin ku ji sala 2013’an ve 101 zarokên keçik, 79 jinên penaber ên ku kar dikirin, di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Di dawiya raporê de hat xwestin ku şert û mercên kar li gorî zayendiya civakî werin başkirin, ewlehiya kar û karkeran were pêkanîn û tevdîrên ku pêşî li cinayetên kar digirin werin girtin.