Dewreya fêrbûna dirûmanê ya jinên Kerkûkê bi dawî bû

Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) ji bo jinên Kerkûkê dewreyên perwerdeya dirûmanê organîze kiribû. Dewreyek ya du hefteyî îro bidawî bû.

Dewreyek ya perwerdeya fêrbûna dirûmanê ku bi tevlîbûna 20 jinên bajarê Kerkûkê beriya niha bi 2 hefteyan destpêkiribû, îro bidawî bû. Îro li Buroya RJAK’ê ya Kerkûkê merasîmek ji bo dayîna dîplomeyê pêk hat.

Endama Meclîsa RJAK’ê ya Kerkûkê Zeytûn Mecîd tevlî merasîmê bû. Mecîd di merasîmê de axivî û got, “Vekirina dewreyên wiha yên perwerdeyê ji bo jinên Kerkûkî ya bi armanca pêşxistina kêrhatiyên jinan û teşwîqkirina jinan ji bo pêşxistin û bûyîna xwedî karekê serbixwe. Her wiha ji bo kêmkirina rêjeya bêkarî û ji bo ku jinên Kerkûkê li ser piyên xwe bisekinin e.

Çend armancên vekirina vê dewreya perwerdeyê hebû, ji aliyê zanistî û di hêla aborî de ku RJAK’ê girîng dît ji bo alîkarîdayîna jinan çareseriyeke sereke peyda bike. Di vî wateyê de ku çavkaniya dahatê ji bo rêvebirina malbatê faktorekî girîng e û wê jî bi rêya fêrkirina pîşeyekî diyarkirî ku niha dewreya fêrbûna dirûman e ji bo wan jinan, da ku bi rêya vî karî bikarin bibin xwedî pîşe.”

Merasîm bi dayîna dîplomeyan bidawî bû.