'Dewlet dibe sedema destavêtin, revandin û kuştina jinan'

Aktîvîsta TJA'yê Samiye Demîr bal kişand ser zêdebûna tundiya li jinê û got, "Kiryar di asta herî nizim de tên cezakirin yan jî tên berdan. Dewlet bi vî rengî mirovan teşwîqî sûc dike."

Ji ber şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) tundiya li jinê zêde dibe. Bi qanûna înfazê re kujer û tecawizkar hatin berdan. Yên ku hatin berdan jî sûcên xwe didomînin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Samiye Demîr têkildarî tundiya li jinê tê kirin ji ANF'ê re axivî.

Demîr bi bîr xist ku pêşnûme qanûna nû ya înfazê bi dengên desthilatdariya AKP-MHP'ê hate qebûlkirin û ji 15'ê Nîsanê û pê ve kete meriyetê. Demîr got, "Tevîku ji bo vê qanûnê, şewba Covîd-19 hincet hate nîşandan jî cihêkarî di navbera sûcan de hatiye kirin û bi vî rengî mafê jiyanê yekser hatiye binpêkirin."

Demîr diyar kir, qanûna înfazê li şûna ku ji bo tenduristiya mirovan bê amadekirin, ji aliyê desthilatdariyê ve ji bo berjewendiyan hatiye plankirin û got, "Desthilatdariya ku digot, 'Nabe ku dewlet sûcên li dijî şexsan hatiye kirin efû bike', bi vê qanûna xwe bi deh hezaran sûcdar (kujer, tecawizkar, mafya, firoşkarên narkotîkê) berda. Ev tecawizkar, mêrên tundiyê dikin û tecawizkarên ku dest dirêjî zarokan dikin ên hatin berdan, ji bo jinan gefeke mezin in."

BI QANÛNA EFÛYÊ RE FIKAR ZÊDE BÛN

Demîr bi bîr xist ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de li malê tundiya mêr a li jinê zêde bû û got, "Ji ber pandemiyê ji bo mayina li malê bang hatin kirin. Lê belê li malên me ku deverên herî ewle ne jin dibin hedefa tundiya mêr û tên kuştin. Bi vê qanûna efûyê re tirs û fikar zêde bûne. Gelo jin divê ji vîrûsê bitirsin û xwe jê vegirin yan jî ji mejiyê mêr ê kujer tecawizkar ê sîstema nêrza bitirsin?

Niha gelek jin ên mexdûr hene ku li malên xwe nerehet in. Jinên me ku ji aliyê derûnî ve di rewşeke nebaş de ne dibêjin ku jiyana wan neewle ye. Kesên ku tundiyê dikin divê di asta herî bilind de bên cezakirin, lê belê dadgeh di asta herî nizm de wan ceza dikin yan jî serbest berdide. Bi destê dewletê mirov li sûc tên sorkirin, teşwîqkirin."

'TEVDÎR LI DIJÎ TUNDIYÊ NAYÊN GIRTIN'

Demîr destnîşan kir, ev kujer û tecazikarên bi qanûna înfazê derketine derve hîn jî sûc dikin û got, "Tevî ku gel ji vê qanûnê nerazî ye, ev qanûna înfazê ya cihêkar bi meclîsê dan qebûlkirin. Di encamê de jî mirov jiyana xwe ji dest didin. Em dixwazin bêjin, ku dengê jinan divê dema sax bin bê bihîst û li dijî tundiyê tevdîr bên wergirtin."

Demîr bal kişand ser Gulistan Dokû ku ji meha Çileyê ve aqûbeta wê nayê zanîn û got, "Xwendekara Kurd Gulistan Dokû ya 21 salî ya li Dersimê dima, ji 5'ê Çileyê ve winda ye, lê li Tirkiyeyê hîn jî ne di rojevê de ye. Her wiha hikumet Zeynel Abarok diparêze ku di windakirina Gulistan de xemsariya xwe heye yan jî bûye sedema windakirina wê. Di ser re polîs îdîa dike ku Gulistan xwe kuştiye. Dewlet li dijî tundiyê bi ti awayî tevdîran nagire. Polîtîkayên welê dimeşîne ku dibe sedema sûcên li dijî jinan, destavêtin, destdirêjî û revandina jinan."