Desthilat ji sirûşta xwe ve qirkirina jinê rewa dike

Jinên DAD’î rexne anîne ser polîtikayên deshtilatê yên li bara tundî, komkujî û êrîşên zayendî yên li ser jinan û gotin, komkujî ji ber vê helwesta desthilatê ne.

Hevseroka Komeleyên Demokratîk ên Elewî (DAD) Saîme Topçû, Rêvebera Navenda Giştî Nêrgiz Guzel  û Hevseroka Şûbeya Izmîrê ya DAD’ê Nebahat Çelîk têkilî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li ser Jinê û Piştevaniya Navnetewî axivîn.
Hevseroka DAD’ê Samîme Topçû diyar kir her cure tundiya li ser jinê ji ber polîtîkayên desthilatê ne û got, ‘’Desthilatên berdest û baweriyên semawî ji sirûşta xwe ve zemîna rewa ya vê qirkirinê çêdikin. Ji rabirduyê heta niha hişmendiya nêr yasaya Xwedayî li dijî jinê ji bo xwe kiriye zemîna bûneweriyê. Bi vî rengî mêr çi tişta ku dbibêjin û dikin dispêrin vê yasaya xweayî. ‘’
Topçû wiha domand: ‘’Dema ku mirov ji vî alî ve dinere di tundiyê de ya li ser jinê, kana helwesta desthilatan û polîtîkayên wan têne fêhmikrin. ‘’
Rêvebera Navena Giştî ya DAD’ê Nêrgiz Guzel jî got jin her demê wê mafê xweparastina meşru bi kar tînin û got, ‘’Li dijî domdarên aqilê Deheqan, li dijî komkujên ijnan em ê bi hêza xwe bervaniyê li xwe bikin. Li xwe xerîbûna jinê tê maneya ku jin rastiya xwe were dûrxistin. Em ê nebin destekvanê vê.’’

Hevseroka Şûbeya DAD’ê ya Izmîrê Nebata Çelîk jî got, ‘’Em jin em ê dev ji heqê xwe neqerin. Berevajî li hemû qadan em ê têkoşînê geş bikin, berevaniyê li xwe bikin û bi vê re berevaniyê li jiyana wekhev jî bikin.’’