Dermanên wezaretê dane komkirin didin girtiyan

Dermanên wezaretê dane komkirin didin girtiyan

Dermanên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Tirk ve ji bazarê hatine komkirin didin girtî û hukûmxwariyên di Girtîgeha Sergirtî ya Sîncanê de. Li Tirkiyeyê firotina van dermanan hatiye qedexekirin û karanîna van dermanan ji bo tenduristiyê rîskên pir cidî bi xwe re tîne.

Girtîgehên Tirkiyeyê ji ber binpêkirinên mafan û mirinan ji rojevê qet dernakevin. Li gel dermannekirina girtiyên nexweş, dermanên şaş didin girtiyan, vê carê jî aşkere bû ku dermanên ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatine komkirin, didin girtiyan. Dermanên bi navê Miacalcic 200 IU Nazal Sprey ên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatiye komkirin û qedexekirin, dan girtî û hukûxwariyên di Girtîgeha Sergirtî ya Sîncana Enqereyê de. Girtiya bi navê Yildiz Bahçecî di girtîgehê de bi qasî mehekê dermanên hatine qedexekirin bi kar tîne, piştî ku serbest tê berdan, diçe nexweşxaneyê hîn dibe ku ev derman ji mêj ve hatine qedexekirin û komkirin. Yildiz Bahçecî ji ANF’ê re axivî

Yildiz di 22’ê adara 2012 de hate girtin û piştî pakêta sêyemîn a darazê serbest hat berdan. Wê demê destê wê şkestibû. Rêveberiya girtîgehê qalibê destê wê derxist. Piştre bi hinceta di revîreya girtîgehê de qalib tune bû, destê wê qalib ma. Bahçecî da diyarkirin ku diviyabû destê wê herî kêm 6-7 hefteyan di qalib de mabûya, lê gava ew diçe girtîgehê derdixin û dibêjin ku li vir qalib tune ye. Bahçecî diyar kir ku tenê hebên janê didan wê û got; “Hebên janê bin, ne ew bin,ez nizanim. Min wan dermanan jî red kir. Piştî ku destê min ez êşandim, min birin nexweşxaneyê, piştre aşkere bû ku helîna hestî heye û dermanên calsium û spreym nivîsand.”

DERMANÊN JI ALIYÊ WEZARETÊ VE HATIBÛN QEDEXEKIRIN DAN WÊ

Bahçecî di girtîgehê de bi qasî mehekê dermanên hatine qedexekirin bi kar tîne, piştî ku serbest tê berdan, diçe nexweşxaneyê hîn dibe ku ev derman ji mêj ve hatine qedexekirin û komkirin. Gava diçe dermanxaneyê, xebatkarên dermanxaneyê dibêjin “Ev derman ji mêj ve hatine qedexekirin û komkirin, em nikarin bê rapora bijîşk bidin, ger bijîşk rapor bidin, em dikarin wê demê li depoyê binêrin”.

DERMANÊN DIIDN RÊ LI BER NEXWEŞIYÊN DIN VEDIKIN

Bahçecî girtîgehan weke “kampên komkirinê” bi nav kir û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got; “Li girtîgehan gava girtiyek ji bo nexweşiyekê diçe nexweşxaneyê piştî çend mehan bi çend nexweşiyên din ve vedigere. Bahçecî da zanîn ku sedema zêdebûna van pirsgirêkên tenduristiyê ew e ku dermanên şaş didin nexweşdan.

GIRTIYÊN NEXWEŞ YÊN BI TIRKÎ NIZANIN NIKARIN DERDÊ XWE BÊJIN

Bahçecî bal kişand ser tiştên ku tên serê girtiyên jin ên ku ji Kurdistanê anîne û bi Tirkî nizanin û diyar kir ku ji ber ku ev girityên jin bi Tirkî nizanin, nikarin derdê xwe ji nexweşxaneyê re bêjin û piştre neçar dimînin şûnde vegerin. Bahçecî da zanûn ku wana gelek caran serlêdan kiriye ku kesek bi Kurdî û Tirkî dizanin bi wan re biçin nexweşxaneyê, ger nebe jî wan xwestiye biçin û bi hevalên xwe yên girtî re bibin alîkarî, lê di her carê de serlêdan hatine redkirin.

Bahçecî got; “Dayik, xwîşkên me yên bi Tirkî nizanin hene. Diçin bijîşk, nikarin derdê xwe bêjin. Bijîşk jî li gorî xwe hin dermanan didin û wan dişînin. Ez bi xwe bûm şahidê yek ji vana. Her çendî min gelek israr ki lê negihiştin ez biçin odeya bijîşk. Ji wê re jî dermanek nivîsandin, em jî niznain çi derman bû. Gava hat girtîgehê tenê nexweşiya wê ya astimê hebû, lê niha nefesê wê teng dibe, di mîdeya wê de gelek pirsgirêkê çêbûne.”