Deh hezar jinan li Efrînê 8’ê Adarê peyama berxwedanê dan

Li Efrînê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, ji aliyê hezaran jinên ji çar parçeyên Kurdistan, Rojhilata Navîn, welatên Ewropa û bi tevlîbûna deh hezar jinên Efrînî ve pîroz kirin.

Li Efrînê bi hezaran jinên ji çar parçeyên Kurdistan, Rojhilata Navîn, welatên Ewropa li gel jinên Efrînê yên li dijî êrîşên hov ên artêşa Tirk û çeteyê wê li ber xwe didin 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin.

Bi hezaran jinên ku li Çerxerêya Newroz kom bûn, bi dirûşma “Parastina Efrînê tê wateya parastina şoreşa jinê” ve dest bi meşê kirin. jinên ku nûnerên Meclîs û Saziyên Demokratîk ên Bakurê Sûriyeyê jî di nav de daketin qadê, li gel hildana posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyekî mezin ê Şehîd Xabûr Avesta ya li dijî êrîşên dagirker ên Tirk çalakiya fedayî pêk anî û alên YPG/YPJ’ê hatin hildan. Jinan pankarên mezin ên bi nivîsên “Efrîn wê bi berxwedana jinê bi serkeve”, “Şoreşa jinê şoreşa civakê ye” û “Parastina Efrînê tê wateya parastina şoreşê” vekirin.

Meşa ku Hêzên Asayîşa Jin parastin dikir, endamên Tevgera Çanda Kevana Zêrîn ên jin jî bi diholê li pêşiya meşê ketibûn. Jinan di meşê de tim dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Berxwedana Serdemê” qîr dikirin, di çepik û fîtikan li kolan û rêyên bajêr de meşa xwe domandin. Li qada pêşiya Nexweşxaneya Dêrsimê jî mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdan ve hate girtin û şûnde, Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Bakurê Sûriye Hediye Yûsif, Rêvebera Kongreya Star a Efrînê Muşîra Mele Reşîd, Rêvebera Kongra Star a Bakurê Sûriye Evîn Siwêd, Endama Meclîsa Tevgera Jinan a Şenalê Guneh Xidir û jinên ji herêmên mîna Filistîn, Lubnan, li gel Başûrê Kurdistan,Bakurê Kurdistan û deverên din hatibûn axivîn.

Di axaftinan de berxwedana li dijî êrîşên hov ên artêşa Tirk û çeteyê wê bal kişand. Hat bibîrxistin ku di pêşengtiya berxwedana jinên Efrînê de wê bibe navenda azadiyê.

Piştî axaftinan nûnera Têkiliyên Karê Derve ya Komîteya Jinan a Filistîn û ji Tevgera Azadiya Filistîn Sûad Ebdurehman, wêneyek ê çiqilê zeytûnê diyarî şervana YPJ’Ê Ronahî Xwînda kir.

Piştî axaftinan, jinên ku demek dirêj govend gerandin, çalakiya xwe dirûşmên “Bijî Berxwedana Jinê” ve bi dawî kirin.