DBP: Jinên Kurd mohra xwe li sala 2023’an xistin

Meclîsa Jinan a DBP'ê diyar kir ku jin tevî hemû astengiyên netew-dewletan jî paş de gav neavêtine û got: "Jinên Kurd bi ‘Jin, Jiyan, Azadî” mohra xwe li sala 2023’an xistin."

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Panoramaya Jinan a Kurdistanê ya sala 2023'yan eşkere kir. DBP’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku jinên Kurd bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mohra xwe li sala 2023’an xistine û bal kişand bi ser têkoşîna li her çar parçeyên Kurdistanê.

Daxuyaniya Meclîsa Jinan a DBP'ê wiha ye:

"Li Bakur û Tirkiyeyê di sala 2023’an de ku koalîsyona herî mezin a mûhafazakar xurt bû,  bobelatan texrîbatên giran çêkir, li zindanan zext zêde bû, tecrîd kûrtir bû, qanûn û peymanên ku jinan diparêze bû hedef û her cure zext zêde bû, tevgerên jinan li hemberî hemû zehmetiyan got ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û me têkoşîna xwe domand.

Di sala 2023’an de jin dîsa bûn hedefa feraseta mêrserwer. Serdema borî bû saleke ku dîsa pêkanînên bêhiqûqî hatine kirin. Lijneya Daîreya Dozên Îdarî ya Şûraya Dewletê diyar kir biryara Erdogan a di 20.03.2021’an de ya ji bo vekişandina ji Peymana Stenbolê li gorî hiqûqê ye û bi vê biryarê re Tirkiye bi awayekî fermî di şevekê de ji Peymana Stenbolê vekişiya. Di heman demê de koalîsyona mûhafazakar a ku li Tirkiyeyê zêde dibe xwest qanûna bi hejmara 6284 a ku di nav wê de tevdîrên ji bo pêşîlêgirtina şîddetê heye, mafê nafakayê bi sînor dike û hevberdanê zehmet dike jî were guherandin. Desthilatdariya AKP’ê bi Pakêta Darazê ya 7’emîn re qanûna înfazê jî ji nû ve sererast kir. Bi sererastkirina nû re kesên ji ber sûcên li dijî jin û zarokan ceza stendine, hatin berdan. Di vekirina sala edlî de Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç got ‘Em ê ji serî ve dest bi çêkirina Qanûna Medenî bikin’ û careke din peyam da ku divê mirov çima baweriya xwe bi qanûnên netewe-dewletan neyne. 

Di erdheja 6’ê Sibatê de ya ku navenda wê Mereş bû û bandor li Kurdistan, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, dewlet bi rojan bêdeng ma lê ji roja pêşîn a erdhejê ve jinan li qadê hevgirtin bi rêxistin kirin û mezin kirin. Li ser vê axê ya ku Kurd, Elewî û Ereb bi hev re dijîn dewlet tu çareserî ava nekir, dewletê nexwest vê derê bibîne di destpêkê de ev der terqî qedera wê kir û bi saya hevgirtina ku jinan û gelan rêxistin kiribû jî birîn hatin pêçandin. Derket holê ku Tirkiye ya ku xwediyê îddaya dewleta civakî ye li hemberî bobelateke xwezayî çiqasî bi helwesteke polîtîk dikare ker, kor û lal be û li hemberî van tiştan gelan jî dîtin ku ji xeynî rêxistkirin û hevgirtinê tu tercîheke din li ber wan tune û ev tişt tecrube kirin.

Li hemberî hemû astengkirinan, jinan di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de dev ji qadan bernedan, barîkat hilweşandin, bi gotina ‘Jin, Jiyan, aazadî’ li dijî şîddeta dewleta mêran, şer, neheqî, bêhiqûqî, heqxwarin û newekheviyê li qadan diyar kirin ku ew dev ji heqên xwe yên herî bingehîn bernadin û wê li hemberî desthilatdariya mêrserwer heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin.

Di sala 2023’an de şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, êrîş û dagirkeriyên li dijî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê domiya, şerê Îsraîl û Filîstînê jî herî zêde bandor li jinan û zarokan kir. Êrîşên li dijî jinan domiya û ji aliyê din ve mekanên şîddeta zayendî yên ku li dijî jinên Êzidî û zarokên keç ên dîl hatibû kirin jî hate tespîtkirin, nûçeyên li ser jin û zarokên keç ên dîl hê jî tên. Li hemberî van êrîşan li Rojava jinên Kurd bi berxwedana xwe ya didomînin ji hemû jinên cîhanê re dibin mînak.

Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet bi rêya cerdevan, polîs û leşkeran tên meşandin, li ser jin û zarokan jî bênavber tên pêkanîn. Li Wanê 6 çawîşên pispor 2 jin tacîz kirin, li Nisebînê çawişekî pispor 4 zarok tacîz kir. Li Mêrdînê jinek ji aliyê cerdevanekî ve hat qetilkirin. Li Amedê sercerdevanekî hewl da jina ku pê re zewicî ye, bikuje. Li hemberî vê rewşê em bi armanca polîtîlkayên şerê taybet ê ku bi salan e didome dizanin, bi kampanyayên ku teşhîr dikin jî têkoşîna xwe didomînin.

Têkoşîna azadiya jinên Kurd ev zêdetirî çil sal in bi gelek pêngavên yekemîn hewl da axa Kurdistanê veguherîne axa jinan. Yek ji van rêgezan bêguman pergala hevserokatiyê ye. Jinan di sala 2023’an de ji bo hilbijartinên herêmî yên 2024’an dest bi xebatê kirin û soza xwe ya ji bo pêkanîna paradîgmaya azadiya jinê ya ekolojîk û demokratîk dubare kirin. Jinan bal kişandin ser vî tiştî ku ew ê di rêveberiyên herêmî de roleke xurt bi cih bînin, li dijî tecrîda li ser xwe û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bersiva herî watedar bidin.

Di 13 û 14’ê Çileya 2024’an de li Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) konferansa bi navê ‘Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandian Dîwarên Li Dora Jinên Siyasî yên Di Girtîgehan de’ hate lidarxistin. Ji her dera dinyayê jin tevlî vê konferansê bûn. Jinan diyar kirin ku rejîma girtîbûnê tê çi wateyê, li hemberî vê rejîmê tecrubeyên xwe yên têkoşînê jî par ve kirin û pêşkêşiyên ku bala dikêşe ser jinên niha di girtîgehan de ne kirin û xebatên xwe yên atolyeyê temam kirin. Jinan diyar kirin heta ku dinyayeke bêyî girtîgeh pêk were, ew ê xebatên xwe bidomînin.

ROJHILAT

Piştî ku di sala 2022’an de Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ên Îranê ve hate qetilkirin, berxwedana jinan a ku li Rojhilat û Îranê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mezin bû, ji bo jinên cîhanê bû semboleke girîng. Jinan laçik nedan serê xwe û dest bi çalakiyên bêîteatiya sivîl kirin. Piştî Jîna Amînî di sala 2023’an de dema Armîta Gravand di çalakiya bêîteatiya sivîl de hate qetilkirin jî ev çalakî domiyan. Dema ku ev çalakî zêde bûn, hikûmeta Îranê jî şîddeta xwe zêdetir kir. Kesên ku beşdarî çalakiyan bûn û piştgirî dan çalakiyan hatin girtin, hatin binçavkirin, her cure şîddet li wan hate kirin û hatin darvekirin. Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) di navbera Çile û Hezîrana 2023’an de 6 jin hatine darvekirin. Lê jinan li hemberî polîtîkayên zext, bizdandin û çavtirsandinê li dora felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe rêxistin kirin, ji bo ku mafên xwe yên herî bingehîn bi dest bixin, dev ji têkoşîna xwe bernedan û biryardariya xwe nîşan didin.

BAŞÛR

Di sala 2023’an de Tirkiye û Iraqê bi hev re li ser Başûr polîtîkayên leşkerî, siyasî û aborî meşandin. Di encama polîtîkayên qirêj ên li hemberî jinan de jin hatin qetilkirin û li ser jinan şîddetên zayendî, psîkolojîk û ekonomîk hate kirin. Siyasetmedarên Kurd hatin qetilkirin, li ser bajarên Kurdan êrîşên hewayî hatin kirin û hate xwestin ku dora van bajaran were girtin. Lê Tevgera jinên Kurd li hemberî hemû polîtîkayên zext, tirs û xofê dev ji têkoşîna xwe berneda. Di pêşengiya jinan de hevdîtinên dîplomatîk hatin kirin. Jinan li Şengalê komun û meclîs ava kirin. Bi saya van avadaniyên hatine avakirin konferans, semîner, komxebat û civîn li dar xistin. Di çarçoveya projeya Neteweya Demokratîk de li herêmê xebatên xwe domandin, hevgirtina xwe ya bi jinên Ereb domandin û bi hev re têkoşîna jinan geş kirin.

ROJAVA

Jinên ji Rojava di sala 2023’an de bi Şoreşa Rojava ya ku tê meşandin xebatên xwe berdewam kirin. Hewldanên xwe yên ji bo belavkirina atolyeyên jineolojiyê û avakirina têkiliyên bi jinên li Başûrê Kurdistanê re, ji bo rêxistinkirina Têkoşîna Jinên Kurd xebatên xwe didomînin.

Her wiha pergala perwerdehiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, asta geşbûna fikrên di pêvajoya şoreşê de û civakîbûnê ji nîqaş û nirxandinê re vekirin û bi pêşengiya  Zanîngeha Rojava li ser mijara ‘Zanyarên ji cîhanê têkiliyê bi Zanîngeha Rojava re datîne’ civiyan.

Li gel van hemû geşedanan, di encama rexnekirina sîstema hiqûqî ya bi salan a ji aliyê netewe dewletê ve hatiye afirandin, xebatên li ser peymana civakî ya ku wekî şoreşekê ye û hemû gelan bi hev re ava kirine jî, domandin. Komîteya Berfireh a Peymana Civakî û Rêveberiya Xweser a Rojava di 2 salên dawîn de tevî gelên herêmê û pêkhateyên wê gelek civîn li dar xistin. Di encama civînan de bi sererastkirina 99 xalan Hevpeymana Civakî ya ku ji 134 xalan pêk tê, hate qebûlkirin. Bi qebûlkirina vê hevpeymanê re careke din hat îspatkirin ku li dijî hiqûqa ku netewe dewletan ji bo domandina desthilatdariya xwe ava kirine, divê hiqûqa civakê were avakirin û îspat bû ku ev pêwistî parçeyekî Şoreşa Rojava ye jî. Di Hevpeymana Civakî de ji bo ku mafên siyasî, civakî, ekonomîk û çandî yên jinan were parastin û geşkirin, soz hate dayîn wê di peymana civakî de bi heman mîsogeriyê nêzî mafên Kurd, Ereb, Suryan (Asûrî û Aramî), Tirkmen û Çeçenan jî bibin. Bi vî awayî ji her çar parçeyên Kurdistanê re bûn îlham."