Dayîkên Aştiyê jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dikin

Dayîkên Aştiyê jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dikin

Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyan ya bêdem û dorveneger dê di roja şemiyê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger bikin. Li Îzmîr, Mêrdîn, Riha, Edene, Colemêrg, Îd’r û Amedê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan meş û daxuyanî hatin lidarxistin.

ÊLIH

Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Êlihê têkildarî çalakiya gireva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên siyasî ve hate destpêkirin daxuyanî dan çapemeniyê. Dayîka Aştiyê Mayaser Akdag daxuyanî xwend û diyar kir ku, ew dê li ber Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê bikin û wiha got: "Em dixwazin hemû kes piştgiriyê bidin çalakiya me û bên girtîgehê."

Akdag anî ziman ku, zêdehî saleke li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd berdewam dike û ew weke dayîkên aştiyê dê piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan. Akdag da zanîn ku, we dê şemiyê di demjimêr 12.00''n de hate demjimêr 17.00'an de li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar bixin û dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger bikin. Akdag destnîşan kir ku, divê gel piştgirî bide çalakiyên gireva birçîbûnê û wiha got: "Erdogan digot, 'Jin, zarok û pîr jî be ya pêwîst çibe dê bê kirin' Ez jî bang li hemû kesên bi wijdan, jin, zarok û pîran dikim ku dest bidin hev û derbikevin qadan û xwedî li zarokên xwe derbikevin.Heke dê zarokên me şehîd bikevin."

Dayîka Aştiyê Menfiye Çelîk jî diyar kir ku, we dê di 27'ê cotmehê de bi girseyî meşekê li dar bixin.

MÊRDÎN

Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrdînê Şaban Karataş, Endamê Meclîsa BDP'ê Fesîh Ozer û rêveberên BDP'ê tevlî civînê bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrdînê Şaban Karataş diyar kir ku, ew dê li malan bigerin û ji bo ku gel di mijara çalakiya gireva birçîbûnê de bi hestiya bin û wiha got: "Bêxemgîniya hikûmeta AKP'ê helwesta girtî bila jiyana xwe ji dest bidine."

ÎZMÎR

Xwendekarên Zanîngeha Ege û Dokuz Eylulê yên endamên DYG'ê jî bi heman armancê meş li dar xistin û pişt re daxuyanî dan çapemeniyê. Di meşa gelek xwendekar tevlî bûn de Endamê Meclîsa BDP'ê Hayir Ateş, Dayîkên Aştiyê, TAYD-DER, BDP û xwendekarên sosyalîst ên şoreşgerî jî tevlî bûn. Di daxuyaniyê de pankrata "Em çalakiya we ya birçîbûnê silav dikin" vekirin û sloganên "Girtiyên şoreşger rûmeta me ne" û "Bijî Serok Apo" hatin qêrîn.

Di meşê de dowîzên "Nêzîkahiya li hemberî Ocalan hinceta şer û aştiyê ye" û "Ciwanên azad dibin dê tecrîdê bişkênin" hatin hilgirtin. Xwendekarên li Fakulteya Wêjeyê dest bi çalakiyê kirin û ber bi Sûka xwendekaran ve diçûn li ber zanîngehê peywirdarên hêzên ewlehiyê yên taybet pêşiya meşê girt û anîn ziman ku kesên dimeşin ji ber xwendekar nîn in destûrê nadin meşê û heke dê polîs mudaxeleyê li meşê bikin. Xwendekaran bertek nîşanî vê yekê da û meşa xwe berdewam kir. Pişt re polîsan bi wesayîtên TOMA û gelek hêzên çewîk dora xwendekaran pêçandin. Li ser vê yekê xwendekaran çalakiya rûniştinê li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, 14 salin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd berdewam dike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ligel vê yekê dewlet operasyonên siyasî û leşker didomîne. Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku xwendekar piştgiriyê didin çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger.

RIHA

Rêxistina BDP'ê ya Wêranşarê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Endamê Meclîsa BDP'ê Adnan Etlî, Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Mahmut Kaya, Wekîlê Şaredara Wêranşarê Mehmet Burun, rêveberên BDP'ê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên "Çalakiya gireva birçîbûnê di roja 37'an de ye", "Dayîk aştiyê dixwazin" û "Mafê zimanê zikmakî heqe nayê astenkirin" hatin hilgirtin.

Li ser navê BDP'ê Emîne Çetîner, daxuyanî xwende û diyar kir ku welat vegerandin girtîgeha nîv vekîrî û gelê Kurd ji bo têkoşîna demokrasiyê bedalan dide û wiha got: "Gelê Kurd têkoşîna bi ziman, çand, nasname û statûya xwe, xwe bide qebûlkirin dide. Li girtîgehan bi hezaran hevalên me ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan û perwerdehiya zimanê zikmakî dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin." Çetîner anî ziman ku, ew piştgiriyê didin çalakiya gireva birçîbûnê û wiha axivî: "Ev berxwedan berxwedana me ye."

EDENE

TUHADER'a Edene jî bi heman armancê li ber Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê ya Edene daxuyanî da çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li dar xist. Xizmên girtiyan û gelek welatî bi wesayîtan hatin ber girtîgehê û nimêja nîvro kirin. Di daxuyaniyê de polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin. Di daxuyaniyê de pankarta "Em berxwedana kesên ewqas hes ji jiyanê dikin bimirin silav dikin û xwedî li daxwazên wan derdikevin" hate vekirin û dowîzên "Ji bo jiyanek bir rûmet an azadî an azadî", "Ji Ocalan re azadî" û "Em berxwedan girtîgehan silav dikin" hatin hilgirtin û sloganên "Bijî Serok Apo", "Zext me bêzar nakin" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin bilind kirin.

Rêveberên BDP'ê yên Edene, HDK, ÎHD û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Seroka TUHADER'ê ya Edene Saniye Seçkîn daxuyanî xwend û diyar kir ku, berxwedana girtiyan gihişte asteke û hikûmeta AKP'ê li hemberî vê yekê bêdeng û xemsare û wiha got: "Her çiqas bi rojevên xapînok xwe nû bike jî li hemberî berxwedana li Îmraliyê û girtîgehên din di nav tengezariyekê de ye. Berpirsiyarê mirinanên çêbibin hikûmeta AKP'ê ye. Hikûmta AKP'ê di polîtîkayên înkar, îmha û komkujiyê de israr dike. Salek û 3 mehin li ser Birêz Ocalan tecrîd berdewam dike. Ji ber vê yekê li girtîgehan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Divê hemû kesên guh bidin vî dengî û dengê xwe bilind bikin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya ji 10 deqeyan pêk hat û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

COLEMÊRG

Çalakiya gireva birçîbûnê ya li Geverê bi armanca piştgiriyê bide çalakiya girtiyan ket roja 3'emîn. Di avahiya BDP'ê ya Geverê de pankratên "Em bi rihê Kemal Pîran çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î silav dikin" û "Roj Tv, Nûçe Tv, MMC rûmeta me ye em li rûmeta xwe xwedî derkevin" hatin daliqandin. Parlementerê BDP'ê Adîl Kurt, rêveberên BDP'ê yên Geverê, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Dayîkên Aştiyê û gelek saziyên din çalakvan ziyaret kirin. Di çalakiyê de Parlementerê BDP'ê Adîl Kurt axaftinek kir û diyar kir ku, gelê Kurd dê xwedî li girtîgehan derbikeve.

KESK'ê ji bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê Platformê Şerîf Ateş daxuyanî xwende û diyar kir ku, çalakiya gireva birçîbûnê di roja 37'emîn de ye û wiha got: "Mixabin weke her demê hikûmetê dîsa guh û çavên xwe ji hemû tiştî girti ye. Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin."

ÎDÎR

Rêxistina BDP'ê ya Îdîr jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên BDP'ê Wekîlê Şaredarê Îdîrê Ahmet Adiyaman û endamên meclîsê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de çalakvanan kinçên li ser nivîsa "Em di gireva birçîbûnê de ne", "Çareserî di muzakereyê de ye" û "şer na diyalog" li xwe kirin. Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Îdîrê Cemîl Alkan daxuyanî xwend û diyar kir ku, rewşa girtiyên dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir a tendurstî êdî di xetereyê de ye.

Piştî daxuyaniyê koma dest bi çalakiya gireva birçîbûnê dike derbasî avahiya BDP'ê bû. Çalakiya gireva birçîbûnê dê doveger berdewam bike.

AMED

Diyar TUHAD-DER'ê ji bi heman armancê li ser Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerên BDP'ê Ozdal Uçer û Nursel Aydogan, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, MEYA-DER, TUHAD-DER, DOKH, Dayîkên Aştiyê, KESK, rêveberên BDP'ê, şaredar û gelek xizmên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Girse berê li ber avahiya BDP' hate cem hev û pişt re heta ber girtîgehê meşiya. Di meşê de pankrata "Ji tacrîdê re na ji girtiyan re azadî" hate vekirin û slgona "Bila girtîgeh bên avakirin û ji girtiyan re azadî" hatin berzkirin. Piştî girese hate ber girtîgehê Parlementerê BDP'ê Ozdal Uçar axivî û diyar kir ku, çalakiya gireva birçîbûnê êdî li ber sînorê mirinê ne û rayedar hêj bêhestiyarin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya ji 10 deqeyan pêk tê pêk hat.