Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tepelî pirsîn
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksût Tepelî pirsîn, ku beriya bi 37 salan hate destgîrkirin û nebedîkirin.
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksût Tepelî pirsîn, ku beriya bi 37 salan hate destgîrkirin û nebedîkirin.
37 sal berê Maksut Tepelî li Şaxa Siyasî ya Gayrettepe ya Stenbolê piştî ku hate destgîrkirin hat nebedîkirin û agahî jê nehate girtin. Hevjîna Maksut Tepelî Şehriban Tepelî, anî ziman ku dema hevjînê wê hat nebedîkirin keça wê 2,5 salî bû lê niha 39 salî ye û 37 sal in li heviya hatina bavê xwe ye.
Dayikên Şemiyê ji bo nebedî bên dîtin û kujer bên darizandin, vê hefteyê jî ji ber hêla vîrûsê bi rêya vîdeo li ser înternetê çalakiya xwe berewam kirin. Mirovên Şemiyê di hefteya 828’an de aqûbeta Mamoste Maksut Tepelî pirsîn, ku 37 sal berê li Şaxa Gayrettepe ya Stenbolê hate destgîrkirin û nebedîkirin. Ewil hevjîna Maksut Tepelî, Şehriban Tepelî axivî. Şehrîban Tepelî, anî ziman ku ji bo gorek hevjînê wê çê bibe 37 sal in têdikoşe û wiha got: “Dema hevjînê min hate destgîrkirin û windakirin keça min 2.5 salî bû. Niha keça min 39 salî ye. Keça min hêj li heviya hatina bavê xwe ye. Neviyê min çêbûn. Neviyê min jî li heviya Kalikê xwe ne. Em êdî dizanin ku carek din hevjînê min bi saxî nayê. Lê zarok û neviyên min dixwazin ku gorek wan hebe."
Parêzer û Seroka Şaxa ÎHD'ê yê Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku Tepelî dema birîndar bû destgîr kirin û wiha got: "Li gel ku Tepelî birîndar bû jî nebirin nexweşxaneyê û raste rast birin Şaxa Siyasî ya Stenbolê. Bi îşkenceyê lêpirsîn kirin. Li vir ji ser xwe çû û rakirin Nexweşxaneya Numune ya Haydarpara. Ji wê demê û şûnde carek din agahî jê nehat girtin. Heta 2003'an tu agahî negirtin. Piştî 2003'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Kadıkoyê dan. Dozgeriyê ji gelek saziyan re nivîs şand. Lê heta 3 salan aqûbeta wî veşartin. Di sala 2006'an de gotin dema Maksut li nexweşxaneyê bû jiyana xwe ji dest dane û veşatine. Dema malbatê xwest cihê gora wî bibînin, dozgeriyê biryara bêşopandinê da. Piştî wê serî li Daraza Bilnd a Tirk dan. Ji ber ku tu encam ji vir derneket serî li DMME'ê dan. Niha dosya li DMME'ê tê rawestandin.
EM Ê HETA DAWÎ BIŞOPÎNIN
Ji mirovên Şemiyê Hepgul Bozoglu daxuyanî xwend û anî ziman ku hemû lêgerînên wan ên zagonî û hiqûqê bê encam tên hiştin. Bozoglu, anî ziman ku ew têkoşîna xwe ji nifşekî derbasî nifşekî din dikin û dê heta dawî vê tekoşîna xwe berdewam bike."