Dayikên Şemiyê: Komkujiya Basayê dewletê kir

Dayikên Şemiyê ji bo 11 kesên ku di Komkujia Basayê de ji hêla JÎTEM'ê ve hatin kuştin dadmendî xwest.

Dayikên Şemiyê di hefteya 719’emîn a çalakiya xwe de ji bo Komkujiya Basayê ya di 1996’an de pêk hat edalet xwestin.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kiryarên wan bên darizandin di hefteya 719’emîn de xwestin çalakiya xwe li Qada Galatasaryê li dar bixin. Polîsan Dayikên Şemiyê asteng kir. Beriya saeta çalakiyê polîsan kolana Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê dorpêç kirin. Tevî hemû astengiyên polîsan jî Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê çalakiya xwe li dar xistin. Dayik û xizmên windayan wêneyên windayan hildan. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Musa Pîroglu û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu piştgirî dan dayikan.

CENAZEYÊN KOMÎ VEŞARTIN E

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend û wiha got: “Em vê hefteyê jî ji bo Komkujiya Basa ji bîr nebe dikin mijara xwe. Dixwazin ser vê komkujiyê jî wek gelek komkujiyan biniximînin. Eskeran di 10-12’ê çileya 1996’an de bi ser gundên Çevrîmlî û Yatagan ên navçeya Basa ya Şirnexê de girtin. Eskeran Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç binçav kirin. Binçavkiriyan birin Tabura Cendermeyan a Taşkonakê û gundiyan bi îşkenckirinê kuştin. Dolmîşa welatiyan gulebaran kirin û bi şewitandinê ew kuştin. Cenazeyan nedan malbatan û bi awayek komî bêyî wecîbeyên olî veşartin.”

SERLÊDAN BÊENCAM MANE

Yolerî anî ziman ku tevî hemû lêgerîn û serlêdanên cihên eleqedar jî doza komkujiya Basa bêencam maye û ji bo ev komkujî bê ronîkirin û kirayr derkevin holê dê têkoşîna xwe ya lêgerîna edaletê dewam bikin.

‘EM KUŞTIN Û ŞEWITANDIN JÎ LÊ EM Ê DÎSA BÊJIN AŞTÎ’

Keça Ahmet Kaya yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Emîne Kaya Erbek wiha got: “Galatasarayê li me qedexe kirin lê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê israra xwe ya ji bo Qada Galatasarayê bidomînin. Em kuştin û şewitandin dîsa jî me got aştî û her bêjin aştî. Ev komkujî wê heta kengê dewam bikin. Bila kes nemire û aştî pêk were.”

‘JI BO BIXIN STÛYÊ PKK’Ê KOMKUJÎ PÊK ANÎNE’

Koma Xebata Ji Bo Aştiyê Tên Ba Hev wê demê çû cihê bûyerê û ji endamê komê parêzer Ercan Kanar jî çûbû Basayê û got: “Dîroka dewletê dîroka windahî û binçavkirin û îşkenceyê ye. Komkujiya Basayê jî wek komkujiyên Roboskî, Sêwaz û Madimakê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em piştî 13 rojan çûn cihê bûyerê. Heta wextê em çûn jî delîl hêj nehatibûn komkirin. Pişt re me bi malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan re hevdîtin pêk anî. Malbat cerdevan bûn. Ev malbat li dijî PKK’ê bûn lê tevî vê yekê jî malbatan digot ku hêzên dewletê komkujî pêk aniye. Ji bo ku navê PKK’ê reş bikin û bêjin PKK’ê kiriye vê komkujiyê pêk anîne.”

‘WEZÎRÊ KARÊ HUNDIR BERPIRSYAR E’

Kanar bal kişand ser qedexekirina Qada Galatasarayê û xwest demildest qad ji dayikan re vebibe û got: “Ev sûc e: Wezîrê karê hundir ji vî sûcî berpirsiyar e. Bi sûcên ku kiriye re dê ji vî sûcî jî bê darizandin.”