Dayikên Şemiyê ji bo Konca Kûrîş hatin ba hev

Dayikên Şemiyê gotin: “Yên Galatasaray desteserkirin, şaredarî desteserkirine.” Dayikna ji bo Konca Kûrîş a hatiye qetilkirin, edalet xwestin.

Çalakiyên Dayikên Şemiyê ya ji bo aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 752’an de berdewam kir. Dayikên Şemiyê piştî çalakiya 700'emîn Qada Galatasarayê li wan hat qedexekirin û 52 hefte nin nikarin li Qada Galatasarayê çalakiyan lidar bixin. Dayikan xwest vê hefteyê dîsa li Qada Galatasarayê kom bibin û dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Dayikên rasti astengiya polîsan hatin, derbasi pêş avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bûn û li vir çalakiya xwe berdewam kirin. Polîsan dîsa kolan dorpêç kir û dayikan li gel dorpêça polisan dîsa çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan tîşortên ku li ser wêneyên zarokên wan ên hatine windakirin li xwe kirin û qurnefîl hilgirtin. Di çalakiyê de li gel dayikên şemiyê Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû Hevseroka ESP'ê Şahîn Tûmûklû û parazvanên mafên mirovan piştgirî da.

Dayikan vê hefteyê çîroka Konca Kûrîş a di sala 1998'an de ji aliyê Hizbullahê ve hat revandin û pişti 555 rojan malbatê xwe gîhand cenazeyê wê, vegotin. Dayikan dîsa Dayika Şemiyê Elmas Eren ku vê hefteyê jiyana xwe ji dest da bibîr anî.

‘EM DAYIKA ELMAS JI BÎR NAKIN'

Di çalakiyê de xwişka Hasan Ocakê hat revandin, Maside Ocak daxuyanî da. Ocak, Elmas Eren bibîr anî û diyar kir ku ji ber Elmas jiyana xwe ji dest daye pir xemgîn in û wiha got: “Elmas Eren 39 salan li kurê xwe geriya. 39 salan bê navber geriya u bêyî aqûbeta kurê xwe fêr bibe çû. Wê têkoşîna xwe ya 39 salan emanetî me kir û çû. Em dibêjin oxir be. Bila çavên de li paş nemînin. Em te ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin."

SALEK E QADA GALATASARAYÊ QEDEXE YE

Ocak, anî ziman ku salek derbas bû ku Qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin û wiha lê zêde kir: “Qada Galatasarayê ku bûye cihê îtîraza herî rewa û pîroz, salek e ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Salek berê meskenê me yê em li aqûbeta zarokên xwe dipirsin xezp kirin. Yên salek berê Qada Galatasarayê desteserkirin îro Şaredariyên Bajarên Mêrdîn, Amed û Wanê desteser kirin. Yên li dijî vê bêhiqûqîyê dengê xwe bilind dikin, rastî mudaxaleya wekî îşkenceyê tên. Tirkiye niha felaketa îktîdarê ya hêza bê kontrol û bê pîvan dijî. Ger ku em bêdeng bimînin û îtîraz nekin emê dibin şirîkê vî sûcî. Lê em bêdeng namînin û nabin şirîkê vî sûcî."

555 ROJ ŞÛNDE GIHIŞTIN CENAZE

Ocak, anî ziman ku Konca Kurîş di sala 1998’an de ji aliyê Hizbullahê ve hat revandin û wiha axivî. "Konca Kurîş 37 salî bû û dayika 5 zarokan bû. Di 16-17'ê Tîrmeha 1998'an de li pêş mala xwe ji aliyê 3 kesên çekdar ve hatin revandin. Malbat 555 roj şûnde gihiştin cenazeyê wê. Dadgehê di sala 2011'an de bersûcê wê serbest berdan û hiqûq binpê kirin. Ev bersûc piştî hatin berdan ji holê winda bûn. "

Parlamentera HDP'ê Huda Kaya jî diyar kir ku Kuriş jinek misilman û femînîst bû û wiha got: "Hişmendiya saltanata dewletê red kir. Bi wêrekî û jinîtiya xwe dengê xwe bilind kir. Em tundiya dewletê ya li dijî jinan dibinin. Herî dawî Emine Bulut hat kuştin. Ger ku Konca jiya bûya wê tekoşîna wê jî bidomiya.

BIRAYÊ MIN PIR JI WELAT HEZ DIKIR

Keça Elmas Eren, Îkbal Eren, jî anî ziman ku dayika wê jî wekî her dayikê xwest zarokên xwe mezin bike û wiha lê zêde kir: "Dayika min ji 5 zarokan tenê 4 zarok dan jiyandin. Birayê min Hayrettin Eren ji welatê xwe pir hez dikir. Lê vê dewletê mirayê min ji me dizî. Wê rojê dayika min 47 salî bû. Dayika min piştî 47 saliya xwe ev welat baştir nas kir. Li ser piyan rawestiya û jiyan fêrî me kir. Demek dirêj hat qada Galatasarayê. Lê piştre ji ber tenduristiyê êdî nekaribîbûn bên. Piştre ez li şûna wê hatim. Ji min re digot silavan li tevan bike. Her şemî saet di 14.00’an de li min digeriya û çalakî dipirsi. Dayika min 39 salan bê navber tekoşiya. Tu carî hêviya xwe winda nekir. Em jî tu cari dest jê bernadin."