Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin daxwaza edaletê kirin

Dayikên Şemiyê di kombûna 756’an de ji bo Midurê Nifûsa Navçeya Altindag a Enqereyê Abdulmecît Baskin daxwaza edaletê kirin ku cenazeyê wî 2’ê Cotmeha 1993’an li Enqerê hatibû dîtin.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîl werin darizandin di hefteya 756’emîn de çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Stenbolê li dar xistin. Dayikên Şemiyê û gelek kes beşdar bûn. Wêneyên windayan û qurnefil hildan. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî destek dan çalakiyê.

Vê hefteyê ji bo Abdulmecît Baskin ê midûrê nifûsa navçeya Altindaga Enqereyê bû û d 4’ê Cotmeha 1993’an de hatibû destgîrkirin û di 2’yê Mijdara 1993’an de cenazeyê wî hat dîtin daxwaza edaletê kirin.

Daxuyaniya vê hefteyê Dayika Şemiyê û Endama ÎHD’ê Sebla Arcan da. Arcan da zanîn ku 756 hefte ne ew daxwaza dîtina windayan û pêkanîna edaletê dikin û got: “Ev 756 hefte ne em qîr dikin û dibêjin lêgerîna me ya edaletê ji bo windayên me ji aliyê îradeya siyasî ve tê astengkirin û ji aliyê darazê ve bêbersiv tê hiştin. Em di pêvajoyek zilmê de dijîn. Em di pergaleke wiha de  dijîn ku hiqûq, edalet, demokrasî û mafên mirovan hatiye tinekirin. 57 hefte ne Qada Galatasarayê bi zilma polîsan ji m re hatiye qedexekirin. Hikumet ferq û meylê dixe navbera êşa dayikan. Destên xwe yên îstîsmarkar ji ser birîna dayikan rakin. Tekane başkirina birîna wan ew e ku gavên ji bo ewladên wan bi saxlemî bên avêtin. Dest ji polîtîkayên xwe yên vê axê anîne şûngeha êşa ewladan berdin. Ji bo Tirkiyeyek hiqûq, edalet û aştî lê serwer bibe gavan biavêjin.

Em jî bo Abdulmecît Baskin ê 26 sal e edalet tê xwestin û edalet pêk nayê edaletê dixwazin. Dayika Meryem Baskin a Dayika Şemiyê bû bi êş û hesreta edaletê xatirê xwe ji vê dinyayê xwest. Hemû serlêdan û hewldanên malbatê yên ji bo pêkanîna edaletê bêencam man. Piştî li xwe mikûr hatina îtîrafkaran doz hat vekirin û doz li Dadgeha Enqereyê didome. Bila daxwaza me ya edaletê pêk were.”

Piştî daxuyaniyê kurê Baskin Eren Baskin jî axivî û destnîşan kir ku ji bo ronîkirina cînayetê dadgehan hemû daxwazan red kiriye û got: “Yek ji kujerên bavê min Mehmet Agar e û wî carek jî neanîne dadgehê. Pergala edaletê deyndarê ciwaniya min e. Ez ji zarokatiya xwe ve heta vî temenê xwe têdikoşim. Ji bo ez vê pir dixwazim na, ji bo hêj hestên edaletê nemirine vê yekê dikim. Tenê ji bo em edaletê dixwazin li vir in. Ez dixwazim kujerên bavê min werin darizandin.”

Pişt re parêzerê doza Baskin, Serdar Ekîncî jî axaftinek kurt kir û got dê têkoşîna wan a lêgerîna edaletê berdewam bike.