Dayikên Şemiyê ji bo Abdûllah Canan li hev civiyan

Dayikên Şemiyê ji bo Abdullah Canan li hev civiyan ê ku 23 sal berê hatibû windakirin.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin yên ku hatin windakirin û kujer bên darizandin di hefteya 721’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Polîsan Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan asteng kir. Polîsan kolana ku avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Stenbolê lê ye dorpêç kirin. Dayikên Şemiyê li gel dorpêçê jî li ber avahiya ÎHD’ê kom bûn. Dayikan tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin, wêne û qurnafîl hildan. Parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Huda Kaya û Oya Ersoy û gelek Dayikên Şemiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Vê hefteyê ji bo karsazê Kurd Abdullah Canan daxwaza edaletê hate kirin ê ku di sala 1996’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin.

KURÊ CANAN: KUJER NEHATIN DARIZANDIN

Kurê Canan, Tayyîp Canan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Di sala 1995’an de gundê me ji aliyê eskeran ve hat hilweşandin. Bavê min û xizmên me li dijî vê rewşê îtîraz kirin. Giliyê sûc kirin. Lê mixabin qatil nehatin darizandin. Berevajî vê yekê qatil hatin parastin. Ez ji wan kesên qatilan parastin jî fêm nakim. Em ê tu demê dest ji têkoşîna maf, hiqûq û edaletê bernedin. Bavê min kuştin, dibe ku min jî bikujin, lê bila ew baş dizanibin em ê dîsa dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ji Qada Galatasarayê tirsiyan û me tengavî virê kirin. Dibe ku hûn vir jî bigirin, lê hûnê êşên di dilê me de dikaribin dorpêç bikin? Hûn nikarin dilê me dorpêç bikin. Heke ku qatil xwe dispêrin biryara beratê û dibêjin ‘em ne qatil in’ ez li vir dibêjim; hûn dilwêrek in, na hûn ne wisa ne. Hûn qatil in. Heke ku hûn wisa mêrxas in biçin deriyê Serdozgeriyên Komarê vekirî ne. Navnasê qatiliyê li we tê. Di dinyayê de nasnavê herî xerab qatilbûn e. Werin em hevrû bibin. Hûn hevrû nabin çimkî qatilbûna we tescîl bûye. Em ê jî heta dawiyê li pey têkoşîna xwe bin û dest jê bernedin.”

Piştî axaftina Canan, xwişka Hasan Ocak ê di 1996’an de hat windakirin Masîde Ocak daxuyaniya vê hefteyê xwend. 

Masîde Ocak di daxuyaniyê de bal kişand ser windakirina Abdûllah Canan û got Canan dema serê sibeha 17’ê Çileya 1996’an ji Geverê bi erebeya xwe diçû Colemêrgê hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nehatiye girtin. Ocak da zanîn ku malbata Canan her tim di hedefa dewletê de bû. Ocak diyar kir ku kesên Abdûllah Canan bi îşkenceyê qetil kirin û ew winda kirine diyar in û xwest bêcezakirina 23 salan a doza Canan bi dawî bibe.

Piştî xwendina metna daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.