Dayikên Şemiyê: Heta mirinê em ê li pey doza xwe bin!

Dayikên Şemiyê, aqûbeta endaêmê Giştî yê DÎSK’ê Îsmaîl Şahîn ku di sala 1996’an de hatibû windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê bi boneya li aqûbeta windayan bipirsin û kiryarên wan bên darizandin di hefteya 720’emîn de xwestin çalakiya xwe li Qada Galatasaryê li dar bixin, lê polîsan Dayikên Şemiyê asteng kirin. Beriya saeta çalakiyê polîsan kolana Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê dorpêç kirin. Tevî hemû astengiyên polîsan jî Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê çalakiya xwe lidar xistin. Dayik û xizmên windayan tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin û qûrnefîl kirin destên xwe. Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û gelek mirovên Şemiyê piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Îsmaîl Şahîn (36) ê di Şaredariya Beyoglû de dixebitî û di 18’ê Çileya 1996’an hat destgîrkirin û winda kirin, hat pirsîn. Di çalakiyê de wêneyê hevjînê Îsmaîl Şahîn Kîraz Şahîn a berî 4 salan jiyana xwe ji dest dayî jî hatibû rakirin û di çalakiyê de qeyda dengê Kiraz Şahîn a ji Dayikên Şemiyê re şandibû hat guhdarkirin.

Keça Fehmî Tosûn Besna Tosûn daxuyaniya vê heftê xwend û wiha got: “Em li şûna Kîraz Şahîn dibêjin Îsmaîl Şahîn li kû derê ye? Bi awayekê bêhiqûqî ev 21 heftene Qada Galatasarayê li me hatiye girtin. Ev astengî li dijî hevpeymana navneteweyî û qanûnên Tirkiye yê. Kesên fermana vê astengiyên dayîn sûc dikin. Dewlet berpirsê kesên dibin çavan de hatine winda kirine. Ji bo eşkere kirin van bûyeran jî dîsan dewlet berpirse. Em bang li dozger dikin ku ji bo Îsmaîl Şahîn lêpirsîne berfireh bidin meşandin. Heta ku heqîqet û edalet neyê cih emê dest ji lêgerîna windayên xwe û Qada Galatasarayê bernedin.”

Piştre hevjîna Fehmî Tosûn Hakim Tosûn mafê axaftinê girt û wiha got: “Hevala me Kîraz Şahîn 4 sal berê weke îro jiyana xwe ji dest da. Îro sersala mirina wê ye. Em îro du êşan bi hev re dijîn. Lê em êşên xwe didin aliyekê û têkoşîna xwe berdewam dikin. Têkoşîna me têkoşînek mafdare. Em ê dest ji Galatasarayê berdin û em têkoşîna vê yekê li vê kolanê didin. Li welat kesên ku behsa maf, hiqûq, edalet û wekheviyê dikin, bila hinekê li vê kolanê mêze bikin û ji xwe şerim bikin. Galatasaray êdî ji bo me bûye yeke kêleke goran û qada hesap pirsînê. Dibe ku Kîraz îro ne li gel me b, lê em ji bo windayên Kîraz jî li vê derê têkoşînê bi rêve dibin.”