Dayîkên Şemiyê: Em ê dev jê bernedin!

Dayîkên Şemiyê li dijî ‘qedexeya’ dewletê û ablûkayê cara 713’an li hev kom bûn.

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan bi armanca li aqûbeta windayan bipirsin û edaletê bixwazin di hefteya 713’an de xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dayikên Şemiyê ku li Şaxa ÎHD'ê kom bûn û xwestin bimeşin Qada Galatasarayê dîsa rastî barîkata polîsan hat. Polîsan beriya çalakiyê dora avahiya ÎHD'ê dorpêç kir û destûr neda ku dayik biçin Qada Galatasarayê. Dayikên Şemiyê tîşortên wêneyên kesên hatin windakirin li ser wê heye li xwe kirin, wêneyên windayan hildan û qurnefîl xistin destê xwe. Dayikên Şemiyê derî û şibakeyên ÎHD'ê jî bi qurnefilan xemilandin. Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozel jî amade bûn. Di çalakiya îro de çîroka Hayrettîn Eren hat xwendin ê ku di 21'ê Mijdara 1980’an de piştî ku hate destgîrkirin, tu agahî jê nehat stendin.

’14 HEFTE NE, ÇALAKIYÊN ME TÊN ASTENGKIRIN’

Ewil endama Dayikên Şemiyê Sebla Arcan axivî û wiha got: "Em dixwazin li gorî dewleta hiqûqê beşên zagon û birêvebirinê hemû çalakî di bin kontrola hiqûqê de bin. Em dixwazin Tirkiye wekî welatê hiqûqê gavan bİavêje. Lê mixabin 14 hefte ye çalakiyên me yên demokratîk ên li Qada Galatasarayê bi awayekî keyfî tên astengkirin. Piştî darbeya 12'ê Îlonê der barê Hayrettin Eren de biryara lêgerînê hat dayîn. Piştre di 21'ê Mijdara 1980'an de hat destgîrkirin û carek din agahi jê nehat girtin. Dema bi maşîna bavê xwe ya plakeya wê 34 F 6798'an li gel hevalekî xwe ji malê derket, li Buhuroka Haşim Îşcan a Saraçhane hat destgîrkirin û ew birin Qereqola Karagumrukê ji wir jî ligel 8 kesên hatin destgîrkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Gayrettepe. Dayika Hayrettîn Elmas Eren dema çû Qereqola Polîsan a Gayrettepe texsiya Eren li baxçeyê qereqolê dît. Li gel vê yekê polîsan ji Elmas Eren re got 'Kesekî wisa nehatiye destgîrkirin’ û paşve vegerandin.

Arcan, destnîşan kir ku 8 kesên di heman operasyonê de hatin destgîrkirin û sewqî dadgehê hatin kirin, gotin "Hayrettîn Eren ligel me hat binçavkirin' û serlêdana sûc kirin.

Arcan, destnîşan kir ku malbatê serî li her derê da, lê rayedarên dewletê tu lêpirsînên bi bandor nemeşandin û xwestin bi biryara bêşopandinê ser bûyerê veşêrin.

PEYAM DAYÎKA HAYRETTÎN EREN HATE XWENDIN

Eren, di peyama xwe de wiha got: "Berî her tiştî ji Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê ku tevî hemû zext û zordariyê çalakiyên xwe berdewam dikin re silavên xwe dişînim. Tu zerara kurê min nedigihişt kesan. Me jî wekî kurê xwe bêyî zerarê bidin derdorê li Qada Galatasarayê daxwazên xwe anîn ziman. Ma me çi kir Galatasaray li me qedexe kirin? Dewlet dixwaze aqûbeta Cemal Kaşikçi aşkere bike. Em pir asayî dibînin. Lê em 23 sal in li windayên xwe digerin. Li şûna wan bibînin em wekî ‘terorîst’ îlan kirin. Niha dewlet heman tiştî dike. Em dixwazin dest ji vê dûrûtiya xwe berdin."

KIRBAYIR: EM DEV JI QADA GALATASARAYÊ BERNADIN’

Piştre Birayê Cemîl Kirbayir ê di 8'ê Cotmeha 1980’an de hat windakirin, Mikail Kirbayir axivî. Kirbayir jî anî ziman ku 38 sal berê Hayrettin Eren, ji aliyê cunta ve hat qetilkirin û wiha got: Hayrettin Eren û hevalên xwe ji bo başî û xweşiya vî welatî derketibûn rê. Lê reya wan qut kirin. Heman hişmendi îro rêya me jî qut dikin. Ji ber vê hişmendiyê îro em dengê xwe li şûna Galatasaraye li ber ÎHD'ê bilind dikin. Em bi biryar in. Galatasaray hebûna me ye em dest ji Galatasarayê bernadin.

Birayê Eren, Farûk Eren jî bertek nîşanî qedexeyan da û got: “23 salên me li Qada Galatasarayê derbas bûn. Bila ji bîr nekin, ÎHD mala me ye û Galatasaray jî gora me ye. Heta niha tevî hemû zext û zoran me dest jê berneda û ji niha û şûnde jî em dest jê bernadin.”

Herî dawî dayika Mûrat Yildiz axivî yê ku di 23'ê Sibata 1995’an de hat windakirin. Dayîka Mûrat Yildiz, Hanîfe Yildiz bertek nîşanî polîsan da. Hanîfe Yildiz bertek nîşanî girtina qada Galatasarayê da û got: “Em birîndar in birîndar! Em li gorên zarokên xwe digerin. Polîsên xwe ji vir bikişînin û qadê vekin.”