Dayîkên Şemiyê di hefteya 716’emîn de civiyan

Dayîkên Şemiyê ji bo Agît Akîpa, Îbrahîm Demîr û parêzerên wan Tahîr Elçî ên ku hatibûn qetilkirin, di hefteya 716’emîn de civiyan.

Dayikên Şemiyê di hefteya 716'emîn de xwestin çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin, lê polîsan destûr nedan. Berî çalakiyê polîsan kolana nêzî Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê xistin bin ablûkayê. Dayîkên Şemiyê ligel vê jî li ber avahiya  komeleyê kom bûn û wêneyên windayan vekirin. Parlementera HDP’ê Huda Kaya, lîstikvan Nûr Sure, Yûsûf Çetîn û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.  Di çalakiya vê heftê de, ji bo Îbrahîm Demîr ê 36 salî û Agît Akîpa yê 39 salî yên di sala 1991’an de piştî destgîrkirinê hatibûn kuştin û dûre cenazeyê wan hat dîtin, daxwaza edelatê hat kirin. Zarok û neviyên Akîpa û Demîr jî beşdarî çalakiyê bûbûn.

 Keça Fehmî Tosûn ê di 19’ê Cotmeha 1995’an piştî destgîrkirinê hat windakirin Besna Tosûn, daxuyaniyê vê heftê da. Tosûn, di axaftina xwe de wiha got: “Îbrahîm Demîr ê 36 salî û Agît Akîpa yê 39 salî li Gundê Çûkûrlû yê navçeya Hezexa Şirnêxê dijiyan. Agît Akîpa di heman demê muxtarê gund bû. Wê demê li ser gundiya zextên cerdevantiyê hebûn. Ketin û derketina gund di bin kontrola leşkeran de bû. Dibistana gund kiribûn qereqol. Leşkeran dest danîbûn ser malên hin gundiyan û tê de bi cih bûbûn. Agît Akîpa û Îbrahîm Demîr ji bo ku leşker ji dibistan, mal û gundê wan derbikevin serî li qeymeqamtiyê û Wezareta Karê Hundir didin. Piştî vê serlêdana wan, zextên leşkeran ên li ser wan zêde dibin û fermandarê qereqolê ji wan re dibêje ‘emê we nedin jiyîn.’” 

 CENAZEYÊ WAN DI ŞIKEFTEKÊ DE DIBÎNIN

 Tosûn, bal kişand ser destgîrkirina Demîr û Akîpa û wiha bilêv kir: “Demîr û Akîpa di 12’ê Kanûna 1991’an de dema ji Hezexê vedigerin gund, bi gundiyan re li traktorê siwar dibin. Leşker di rê de traktorê radiwestînin, Demîr û Akîpa destgîr dikin.  Dema malbat diçin qereqolê, fermandarê qereqolê ji wan re dibêje ‘Me qet wan nedîtiye.’ Leşkerek bi dizîka ji malbatan re dibêje ‘Biçin şikeftan.’ Malbat bi gundiyan re li herêmê digerin û di 13’ê Kanûna 1991’an di şikeftekê de cenazeyên wan dibînin.”

 Tosûn, da zanîn ku ligel hemû lêpirsînên heya roja îro hatin birêve birin jî, tu encamek erênî derneketiye holê.

KOÇA ÎBRAHÎM DEMÎR: EM Ê DEST JI DOZA XWE BERNEDIN

Keça Îbrahîm Demîr Denîz Demîr jî, diyar kir ku ew edaletê dixwazin û wiha got: “Kî derê qedexe bikin, bila bikin, em ê dest ji doza xwe bernedin.”

Kurê Agît Akîpa Fehmî Akîpa jî, anî ziman ku tu carî dest ji doza xwe bernedan û wiha axivî: “Li welatê ku edalet lê tuneye, em ê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin. Kujer diyar in, navê wan diyar in.”