Dayikên Şemiyê aqûbeta Altûnbaş pirsîn

Dayikên Şemiyê vê carê jî aqûbeta Zekî Altûnbaş ê berî 39 salan dema hate destgîrkirin, hatibû windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin darizandin di hefteya 788’emîn de çalakiya xwe domandin û ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê medya civakî pêk anîn.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Zekî Altûnbaş ê 39 sal berê dema hatibû destgîrkirin hat windakirin pirsin. Daxuyaniya vê hefteyê Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê Gulseren Yolerî xwend.

Yolerî da zanîn ku ew tevî şewbê jî çalakiya xwe ya ji bo heqîqet û edaletê didomînin û ew ê li dijî îqtîdarê têkoşîna xwe ya azadî û maf berdewam bikin.

Yolerî di daxuyaniyê de li aqûbeta Zekî Altûnbaş ê ji aliyê darbekarên 12’ê Îlonê ve hat windakirin ji bîr nekirine û behsa jiyan û serpêhatiya windakirina Altûnbaş kir. Yolerî got Altûnbaş bi êşkenceyê hatiye darizandin û windakirin.

Yolerî diyar kir ku bavê Altûnbaş, Tahsîn Altûnbaş cihek pêywendîdar nema ku serî lê nedaye lê tevî hemû hewldanan jî serlêdan û hewldanên wî bêencam man û dosyeya Altûnbaş di sala 2011’an de ji aliyê Dozgeriya Yalovayê ve bi îdiaya “dem bihûriye” bi neşopandinê hat encamkirin.

Yolerî da zanîn ku bavê Altûnbaş, Tahsîn Altûnbaş seranserî 11 salan bi hêviyek mezin ku bigihîje şopa kurê xwe çi cenazeyên ji Deryaya Marmarayê hatine derxistin ji bo teşhîsê çûye ser hemûyan û Tahsîn Altûnbaş bêyî ku şopa kurê xwe bibîne di sala 1992’an de di encama qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest daye. Yolerî anî ziman ku dayika Altûnbaş, Cevriye Altûnbaş jî gotiye “daxwaza min tenê ew e ku bêyî bimirim, çîçekan deynim ser gora lawê xwe” û negihîştiye daxwaza xwe û di adara 2015’an de koça dawî kiriye.

Yolerî ji bo dosyeya Altûnbaş û hemû windayên din berpirsiyarn vexwend ku kiryaran derxin holê û wan ceza bikin û ew êdî ji binpêkirina mafan û bêedaletiyê re dibêjin “êdî bes e.” Yolerî xwest kiryarên windayan bê ceza nemînin û bang li dewletê jî kir ku dawî li polîtîkaya xwe ya bêcezakirinê bîne. Yolerî herî dawî got ew ê dest ji cihê têkoşîna dayikên şemiyê Meydana Galatasarayê bernedin.