Dayikan li Aydinlar ê polîsan ew ‘winda kir’ pirsiyan

Dayikên Şemiyê vê hefteyê di çalakiya xwe de pirsa aqûbata Cuneyt Aydinlar ê berî 27 salan ji aliyê polîsên Tirk ve hate windakirin pirsîn. Dayika Aydinlar got: “Li vê cîhanê û cîhana din destê min li bedena wan e.”

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta zarok û xizmên xwe bipirsin di hefteya 831’emîn de çalakiya xwe berdewam kirin. Ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) çalakî bi rêya onlîne hat lidarxistin. Dayikên Şemiyê di çalakiya li ser hesabên medya civakî de li dar xistin, li aqûbeta Cuneyet Aydinlar ê xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû û di 20’ê sibata 1994’an de dema destgîrkirîn hat windakirin pirsîn. 

Dayika Aydinlar, Menekşe Aydinlar ewilî axivî û destnîşan kir ku 27 sal in ew li benda edaletê ye û got: “Her tim çavê min li rê ye ku were lê nayê. Dilê min dişewite. Çavê min li rêya ye. Ez dixwazim dayikên kezeba wan dişewite negirîn. We çi kiriye ji kurê min bêjin. Ez dixwazim eşkere bikin. Bila dilê yên vê yekê kirin jî bişewite.” 

Apê Aydinlar, Recep Aydinlar jî anî ziman ku têkoşîna Dayikên Şemiyê têkoşînek pîroz e û got: “Ronî nekirina windayan şerma vî welatî ye. Ev şerm ji aliyê hêzên dewletê ve pêk hatiye. Kes nikare zarokên me bi me bide jibîrkirin. Dayikan bi êşê re rûbirû hiştine û ev sûcek mezin e.” 

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî têkildarî dosyeya dozê agahî dan û destnîşan kir ku li gel hemû hewldanên wan jî di hiqûqa navxweyî de tu pêşketinek çênebû û dosyeya Aydinlar di refiken gemar girtî yê dozgeriyê de ye û devê dosyeyê hatiye girtin. 

Daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Nûran Ozturk xwend û behsa serpêhatiya windakirina Aydinlar kir. Ozturk destnîşan kir ku Aydinler di bin berpirsiyariya dewletê de hatiye windakirin û xwest dewlet dawî li bêcezakirina 27 salan bîne û wezîfeya xwe ya birêvebirina lêpirsînê bi cih bîne.