Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Sîtî Kaya ku cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de digirt, jiyana xwe ji dest da.

Dayika Aştiyê Sîtî Kaya (68) ku demeke dirêj cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de digirt, li Nexweşxneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sûltan Abdulhamîd Han a Stenbolê ku tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da.

Kaya ku nexweşiya şekir pê re hebû, beriya 10 rojan rewşa wê giran bû û li ser vê ykeê rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Li gorî agahiyan Kaya doh bi şev jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kaya wê li Goristana Ihlamûkûyû bê veşartin.

Kurê Sîtî Kaya Ercan Kaya di berxwedana Kobanê de şehîd bûbû.