Dayika 73 salî û bi nexweşiya pençeşêrê hate destgîrkirin

Yadê Saadet Ozen ku 73 salî ye û bi nexweşiya pençeşêrê ye dema ku ji ji bo tedawî bibe ji Mêrdînê diçû Izmîrê ji hêla polîsên Tirk ve hate destgîrkirin.


Yadê Saadet Ozen ku bi nexweşiya pençeşêrê ye û 73 salî ye ji bo tedawiyê dema ku ji gundê Qizler a navçeya Mêrdînê Dêrikê diçû Izmîrê ji hêla polîsên Tirk ve hate destgîrkirin.

Ozen, duh li kontrola polîsan a li navçeya Bêrecûk a Rihayê dema nasnameya wê hate sehkirin, jê re hate gotin ku li wê digerin.

Li ser vê poolîsên Tirk Ozen 1 73 salî ji otobûsê peya kirin û ew destgîr kirin. Ozen li Miduriyeta Polîsan a Bêrecûkê tê ragirtin. 
 
Diyar bû ku berî demekê ji bo Ozen teşhîsa penceşêra qiriqê hatiye danîn û ji bo tedawiyê diçû cem kurê xwe yê ku li Îzmîrê dijî.