Dayika 3 şehîdan Qûmrî Gun rehmet kir

Dayika 3 şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê Qûmrî Gun rehmet kir.

Dayika şehîdan Qûmrî Gun a sala 1938’an hatiye dinê di 85 saliya xwe de 22’yê Tebaxê li Hezexê ji ber krîza dil rehmet kir.

Wê 27-28’ê Tebaxê li Komeleya Darmstadt sersaxî û bîranîna dayika 3 şehîdên Tevgera Azadiya Kurd bê pêkanîn.

Dayika Qûmrî Gun di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de 3 zarokên xwe şehîd dane. Zarokên dayika Gun bi rêzê ve Nezîr  Gun di sala 1983’an, Ahmed Gun Hezîrana 1990 û Ekrem Gun jî Cotmeha 1994’an de şehîd bûne.