Sevîm Er a ku di encama emeliyatek şaş a lazerê de çavê xwe yê rastê yê ku miyop bû wenda kir, bi tansiyona çav re rû bi rû ye. Er di 28’ê cotmeha 2011 de, di çarçoveya operasyona “KCK”ê de hate giritn û niha di Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoya Stenbolê de ye. Ji ber şert û mecên dijwar ên girtîgehê nikare emeletiya bibe û ditirse ku çavê xwe yê çepê jî wenda bike.
Sevîm Er ji zikmakî xweşiya wê ya tansiyona çav heye û di çavê wê de nexweşiya miyop a pileya wê bilind heye. Er piştî ku du caran emeliyat dibe, ji bo ji berçavka ku bi salan e bi kar tîne rizgar bibe, çû Nexweşxaneya Vatan a li Aksaraya Stenbolê. Her çendî di çavên Sevîmê de tansiyon hebû û diviya bi lazerê nehata emeliyatkirin, bijîşkê bi navê Savaş Dervent ew razî kir û di encamê de jiyana wê serûbin bû. Piştî emeliyata di Nexweşxaneya Alman de ya ji aliyê Dr. Dervent bi xwe ve pêk hat, dest ji rizgarbûna ji berçavkê berdin, êdî bi nikare bi bierçkavê jî bibîne.
Piştî ku çavê Sevîm Er xirabtir dibe, diçe cem bijîşk û jêre dibêje. Lê Bijîşk Dervent li xwe mikûr tê ku emeliyata wan bi ser neketiye û ji Er daxwaza emeliyateke din dike. Dr. Dervetn diyar kir ku jixwe ev emelatiyat bê derfet e. Gava Er got we çima serî li rêbazek wiha da, bijîşk Dervent got; “Me jî ceriband” û bi vî awayî niyeta bijîşk aşkere bû.
DI 2005 DE ÇAVÊ XWE YÊ RASTÊ WENDA KIR
Sevîm Er ji ber ku divê demê de rê û rêbazan nedizanî û ji ber israra bavê xwe doz li bijîşk venekir û tenê bijîşkê xwe guhert. Er wha behsa tişên hatin serê wê dike; “Tansiyona çavê min pir bilind bû. Ez neçar mam ku dermanên ne li gorî temenê min bûn bi kar bînim. Ev emeliyat bû sedem ku tebeqeya korneayê jî xirab bibe. Bi dorê ve tansiyon, emeliyatên retîna û neqla korneayê ,piştre min di 2005 de çavê xwe yê rastê wenda kir.”
Sevîm Er ji 2005 ve dest bi siyasetê dike û di sala 2010 de dibe endama rêveberiya BDP’ya Beyoglûya Stenbolê. Piştî ku dît çavê wê yê din jî hêdî hêdî wenda dibe, doza tazmînatê li bijîşkê bi navê Dr. Savaş Dervent ê ku sonda hîpokratê bin pê kir, vekir. Lê piştre bû hedefa polîsan. Di 28’ê cotmeha 2011 de, di encama operasyona di bin navê KCK’ê de li hemberî Akademiya Siyasî ya BDP’ê ya Stenbolê pêk hat de hate girtin.
NAXWAZIM BÎHANIYA XWE WENDA BIKIM
Retînaya çavê Sevîmê bi çirandinê re rû bi rû ye, li ser vê re jî katarakt e, ev salek e di girtîgehê de ye. Lê ji ber şert û mecên girtîgehê cihê dîtinê pir teng e, ji ber wê jî çavê wê yê çepê jî di xeteriyê de ye. Sevîma ku divê bi awayeke lezgîn emeliyat bibe û dibêje; “Niha çavê min ê çepê ji sedî 10 dibîne. Ev emeliyatek pir bi rîsk e, ez nikarim di şert û mercên girtîgehê de bijîm. Ev şansê min ê dawiyê ye, ji ber ku naxwazim bînahiya xwe wenda bikim.”