Danezana Konferansa Jinên BDP yên Qoserê
Danezana Konferansa Jinên BDP yên Qoserê
Danezana Konferansa Jinên BDP yên Qoserê
Meclisa Jinên BDP'a Qoserê danezana encamê ya 1. konferansa xwe ya awarte ku bi şîara "Dê sedsala 21'ê bibe sedsala azadiya jinên kurd" destpêkirin aşkera kir. Di danezana encamê de hat dest nîşankirin ku divê pişgirî ji pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin bê dayîn, pirsgirêka jinê, polîtîkayên zayendîparêz bi rengekê îdeolojîk bên denst girtin.
Meclisa Jinên BDP'a Qoserê danezana encamê ya 1. konferansa xwe ya ku di 25'ê Gulanê de bi şîara "Dê sedsala 21'ê bibe sedsala azadiya jinên kurd" destpêkiri, aşkera kir. Di danezana ji 7 xalan pêk hat de, hat dest nîşan kir ku divê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin piştgirî bê dayîn, pirsgirêka jinê û polîtîkayên zayendîparêz bi rengekê îdeolojîk bên dest girtin. Di danezanê de hat diyar kir ku jin piştgiriyê didin pêvajoyê û wiha hat gotin: "Divê ku hemû derdûr li gel Ocalan hevdîtinê çêbikin. Qetilkirina sê jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, li hemberî hemû jinan suîkastek bû. Beriya her tiştî divê pirsgirêka jinê û polîtîkayên zayendîparêz bi rengekê îdeolojî bên dest girtin. Polîtîkayên zayendîparêz îdeolojîkin. Ji bo ku hişmendiya dewletê ya desthilatdariya zilan, desthilatdariya xwe bi domîne û xwe bi hêz bike vê polîtîkayê li ser jinê dide meşandin. Ev polîtîka ne tenê ji bo jinê tune bike û bi malê ve girê bide, di heman demê de ji bo hemû civakê bixe bin bandora xwe vê polîtîkayê pêş dixwe."
Di danezana encamê de 7 xalên ji bo piştgiriya pêvajoya çareseriya demokratîk bi hêz bike, hatin girtin wiha ne:
"* Divê ji bo jinên ku ji ber şerê Rojavayê Kurdistanê direvin civîn bên li darxistin û hevdîtin bên kirin. Ji bo ku ev jin nekevin nava şebekên fuhuş û tiryakê, divê bi wan re hevdîtin bên kirin û rêyên çareseriyê bên dîtin.
* Divê li herêma Mêrdînê bi pêşengitiya jinê mîtînga çareseriya demokratîk bê li darxistin.
* Divê bi pêşengitiya jinan ji bo alikariya gelê me yê Rojava kermez bên vekirin.
* Biryara ji bo jinên ciwan bi rengekê mezin tevli pêvajoyê bibin çalakiyên cuda bên li darxistin û xebata perwerdekirinê hat girtin.
*Biryara ji bo meclis bi hêz bibe li taxan civîn bên li dar xistin û perwerde bên dayîn hat girtin.
* Biryara li hemberî polîtîkayên cemaatê ya berdewamiya Hîzbullahê ya li Kurdistanê bi salan komkujiyên mezin pêk anîn ên bandorê li ser jinan dikin têkoşînê bê kirin hate girtin.
* Biryara tedbîran li hemberî hemû taluke û neyîniyên weke bikaranîn û bazirganiya tiryakê ya li hemberî jinan ên di qadên civakî de bên girtin hate girtin.