DAIŞ û Talîbanan 47 jinên Şîa revandin

Çeteyên DAIŞ’ê û Talîban ên êrîşî gundê Mîrza Olenk ê girêdayî eyaleta Sar-î Pol a Afganîsatnê kirin, 60 gundî qetilkirin, 47 jin û keç revandin.

Asta qetlîamek din a çeteyên DAIŞ’ê û Talîban ên êrîşî gundê Mîrza Olenk ê girêdayî eyaleta Sar-î Pol a Afganîsatnê kirin, derket holê. Li gundê Şîa yê ku 60 kes jê hatin qetilkirin 47 jin û keç ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.

Li Afganîstanê ya ku mezhebê Şîa kirin hincet û êrîş pêk anîn, rewşa wê ya hon derdikeve pêş çavan. Hat diyarkirin ku kesên ji aliyê her du koman ve hatine qetilkirin bi êşkenceyê hatine qetilkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Ehlîbey ku agahî sipartiye çavkaniyên hikûmetê, di êrîşa hevpar a DAIŞ’ê û Talîbanan de hate kirin li gundê Şîa yên ku weke kafir bi nav kirin 47 jin revandine.

ALÊN DAIŞ’Ê Û TALÎBAN BI HEV RE

Ji êrîşa ku artêş û hêza polîsan di demê wê de mudaxelenekirin, şahidên ji bûyerê sax filitîn diyar kirin ku her du kom bi alên xwe ve ketin gund û qetlîam kirine. 60 gundên ku hatin qetilkirin di zinaran de avêtine xwarê, hat diyarkirin ku bi şidet û guleyan hatine qetilkirin.

Şahidên bûyerê anîn ziman ku artêşa Afgan a ku ji bo parastina can û malê welatiyên sivîl ti tişt nekirine, bi qasî çeteyan parawan jî di vê bûyerê de heye.

600 MALBATAN ZÊDETIR NEÇARÎ KOÇKIRINÊ BÛN

Waliyê Sar-î Pol, diyar kir ku ji ber bûyerên li herêmê rû dane ji 600 malbatan zêdetir malbat neçar mane ku koç bikin.

Walî Vahdet ê ku têkildarî êrîşa li ser gundê Mîrza Olenê jî wiha got: “Ji bo şikandina muxalîfên bi çek ên ku êrîşî gundê Mîrza Olenk kirine, operasyon ne dane destpêkirin lê di demek nêzîk de wê operasyonekî berfireh bê lidarxistin.

Rêveberên Sar-î Polê jî destnîşan kirin ku gundê ku êrîş li ser hate kirin û gelek kesan jiyana xwe ji dest daye, niha veriyaye navenda komkirina DAIŞ’ê û Talîbanan.

235 SIVÎL GÎL HATIN BERDAN

Piştî êrîşê ji bo berdana dîlên di êrîşê de bazar dewam dike. Li gorî daxuyaniyên rêveberên herêmî: “235 sivîlên ku rêxistina terorê ya Talîban dîl girtibûn, di encama muzakereyên rûspiyê herêm û walî ve pêkhatin de hatin berdan.”

Li gorî agahiyên berdevkê Sar-î Pol Zebîhûllah Emanî ve hatin dayîn jî, gelek welatiyên gundê Mîrza Olenk ê êrîş li ser hate kirin weke dîl di destê Talîbanan de ne.

Artêşa Afganîstan ji bo bi hewa û erdê ve dest bi operasyoneke mezin bikin ketine herêmê.