Dag: Azadî bi rêxistinbûnê pêkan e

Rêxistina Meclîsa Ciwanên HDP'ê wê di 25'ê Mijdarê de li Amedê 2'emîn Kongreya Asayî pêk bînin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag diyar kir ku azadî bi xwebirêxistinkirinê pêkan e û bang li hemû ciwanan kir ku tev li kongreyê bibin.

Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê di 25'ê mijdarê de li Amedê 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bînin. Ciwan wê bi hişyariya “Heta em xwe bi rêxistin nekin em azad nabin" li Salona Konferansê ya Geterlerê kongreya xwe pêk bînin. Xebatên ciwanan ên ji bo kongreyê bi lez û bez berdewam dikin. Li gelek bajar û navendan belavok ten belavkirin û afîş tên daliqandin û ji hemû ciwanan dixwazin ku tev li kongreyê bibin. Heta niha di xebatên banga kongreyê de gelek ciwan hatin binçavkirin. Lê dîsa ciwan xebatên xwe bê rawestan berdewam dikin. Mal bi mal, kolan bi kolan digerin û bang li ciwanan dikin ku tev li kongreyê bibin.

Parlamentera HDP’ê û Endama Meclîsa Ciwanan Dersim Dag, li ser xebatên kongreyê û pêla destgîrkirinê ya li hemberî ciwanan axivî.

‘POLÎSAN BI ÇEKÊ GEF LI HEVALÊN ME XWARIN’

Dag da zanîn ku ji bo tevlîbûna kongreyê xebatên xwe bi şev û roj li Kurdistan û Tirkiyeyê dimeşînin û wiha axivî: “Li gel tenê rojek jî ma mal bi bal, kolan bi kolan digerin û xebatên xwe didomînin. 25’ê Mijdarê ango roja yekşemê em ê kongreya xwe bi çoş li darbixin. Dewlet ji bo ku pêşî li kongreya me bigre, heta niha gelek ciwan destgîr kirin û çendin ciwan jî revandin. Her wiha dema ku hevalên me yên ciwan afîş daliqandin rastî êrîşa polîsan hatin û polîsan bi çekan gef li hevalên me xwarin. Lê tevî vê yekê jî xebatên me bêrawestan, bi hemû hêza xwe berdewam in.”

‘LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN XWE BI RÊXISTIN BIKIN’

Dag destnîşan kir ku di kongreyê de wê li ser polîtîkayên pişaftin, înkar û îmhayê rawestin û wiha pê de çû: “Em ê li dijî sîstema bi ramanên AKP’ê û polîtîkayên pişaftinê hêza xwe ciwanan bikin yek. Berî niha li gelek bajaran me konferans li dar xistin û piştî konferansan jî me panel li dar xistin. Niha jî dema kongrê ye ku em xwe bi rêxistin bikin. Berî her tiştî dema êrîş li ser civakê pêktên, êrîşkar êrîşî ciwanan dike. Eger ciwanan bi dest bixin wê demê jî civakê dê bi dest bixin. Li hemberî kiryarên dewlet li ser ciwanan ferz dike, em ê li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin.”

BANGA TEVLÎBÛNA KONGREYÊ

Dag, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû  ciwanan kir ku tev li kongreyê bibin û wiha got: “Di 25’ê Mijdarê bi dirûşmeya ‘Heta em xwe bi rêxistin nekin em azad nabin’ em hemû ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê vedixwînin kongerya xwe ya asayî.”