Dadgeha Bilind cezayê li Çîlem Dogan hate birîn pejirand

Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê 15 salan li Çîlem Dogan hate birîn, pejirand.

Çîlem Dogan 8'ê Tîrmeha 2015'an li Edeneyê li hemberî hevserê xwe Hasan Karabûlût ê ku bi rêk û pêk lê dida û fûhûş lê ferz dikir, xwe parast û neçar ma bikuje. Dadgeha 10'emîn a Cezayê Giran a Edeneyê 15 sal cezayê girtîgehê li Çîlem Dogan birî. Ceza bi daxwaza "parastina rewa" ji bo temyîzê çû ber destê Dadgeha Bilind.

Rûniştina biryardanê ya li ser dozê li 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind pêk hat. Dadgehê cezayê 15 salan ê girtîgehê yê dadgeha herêmî pejirand.

Dogan 20'ê Hezîrana 2016'an bi kefaletê hatibû berdan. Dogan wê careke din bikeve girtîgehê.

Parêzerên Çîlem Dogan wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.