CPP û NPA Sosin Bîrhat bibîr anî

CPP û NPA Fermandar YPJ’ê Sosin Bîrhat bibîr anî.

Partiya Komînîst a Fîlîpînan û Artêşa Gel a Nû (CPP/NPA) Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat a di êrîşa artêşa Tirk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûbû de bibîr anî.

CPP û NPA a bi sernavê ‘Ji bo hevêr Sosin, Ka Ella û şerevanên jin silavên sor’ hate dayîn de Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat û 3 şervanên din ên di êrîşa dewleta Tirk a li ser Navenda Têkiliyên Gelan a Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê de şehîd bûbûn, bibîr anî.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji gelê Kurd re hate xwestin û ev hate gotin: “Hevrê Sosin di şerê parastina şoreşgerî ya Rojva de û dîsa di operasyonên li dijî hêzên Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê de xwedî rolekî diyarker bûn. Di rêxistinkirina yekîneyên xweparastina jinê weke Fermandareke YPJ’ê pêşengtî kir û di têkoşîna li dijî dijminên jinê de li rêzên pêş bûn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî şehîdbûna Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat bi rojekê şervana jin a Artşa Gel a Nû  Ka Ella bi navê Kerîma Lorena Tarîman bi birîndarî dikeve destê rejîma faşîst a Fîlîpînê û ji aliyê hêzên wê ve tê qetilkirin. Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ka Ella mîna hevrê Sosin ji bo gelê Fîlîpînê ji mêtingerî, faşîzim û zextan rizgar bike xwe bexşand. Her tiştê ku xwedî bû, ji bo doza demokratîkbûna netewî ya gelê xwe bexşand, dayik, rojnamevan û helbestvan bû.”

CPP û NPA Sosin û Ka Ella bibîr anî û got: “Derbeyên xurt li faşîzmê bidin û tolê ji wan hildin. Şehîd Namirin. Divê şehadeta Hevrê Sosin û Ka Ella ji bo hemû jinên cihanê bibe boneya biçekbûnê, astengiyên siyasî, çandî û ciakî derbas bike, ji bo rizgariya civakî, ji bo xizmetê ji bo doza mezlûm û li dijî mêtingeriyê rabe bibe çavkaniya hilgirtina çekê.”