Cîzre: Li dijî vîrûsa koronayê divê bi aqilê jinê têkoşîn bê geşkirin

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Newroz Cîzre got, ''Li dijî vîrûsa koronayê ku berhema aqilê mêr e, dema wê ye ku mirov bi aqilê civakî yê jinê têkoşînê geş bike.''

Cîzre got vîrûsa koronayê û krîzên li cîhanê bi aqilê kapîtalîst, netew-dewletî û aqilê wan ê mêr derketiye holê û bal kişande ser giringiya têkoşîna jinê. Cîzre got, ''Divê em bikaribin ji dijberiya pergalê vîna ku pergala altarnatîf bihonin nîşan bidin.'' Cizre got encex bi rêxistiniyê mirov dikare ji krîz û nexweşiyan rizgar bibe.

Cîzre bal kişande ser Şerê Cîhanê yê berdest û got, ''Halê hazir bi navenda Kurdistan, Rojhilata Navîn Şerê Cîhanî yê 3'yan heye, di vê pêvajoyê de fikirîna jeo-polîtîk, jeo-stratejîk bêhtir girîng dibe.''

Cîzre got weke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi bîr xistî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ku navenda Şerê Cîhanê yê 3'yan e, dibe qada herî rajor a  ku DYE dixwaze Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bi cih bîne. Cizre got, ''Bi ser de ti hiqûqê şer, rêgez û sincê vî şerî nîne. Li ber çavan e ku li Sûriyê her roj rastiyên hovane, rewşên çawa têne jiyîn. Nayê zanîn bê ka di nav vî şerî de li kûderê wê çi bibe, çi were kirin ne diyar e. Şerekî pir têkel e û ev têkelî bêhtir tîr, kûr û berfireh dibe.''

Cîzre got, ''Ji hêla tevgera me û gelê me ve di ti şerî de wê têkçûn, şikestin çênebe. Modernîteya kapîtalîst, hegemonyaya lîberal a îdeolojîk, ramanî û avaniya dewletê heta niha nexweşî, krîz, şer, pirsgirêk çêkieine, wiha civak, mirovahî anîne asteke wiha ku gefê lê bixwin. Îro ya ku bi vê vîrûsa koronayê dixwazin bikin krîza bi asta global veşêrin, bobelatên global ku ekosîstem li alarmê dide veşêrin û bi encama qutbûna ji rastiya mirovê civakî û bi serweriya desthilatdarîxwaz, lîberal, hegemoniya îdeolojîk ku xwe li ser vê ava kirî, desthilatdariya xwe ji her alî ve geş bikin. 

Li ser pirsa bê ka çima di serdemeke wiha ya teknîk û zanistanê de dermanê Covîd-19'ê nikare were dîtin Cîzre got,''Dewlet ya ku avaniya averê û ji sincê bêpar ê aqilê hevserqetandî ye û xwe weke Xwedayê li cîhanê ragihandiye, bi hemû avaniya xwe ew aqil e ku vîrûsa koronayê hilberandiye û geş kiriye.  Aqilê desthilatê û hişmendiya wê bi problem e, nexweşiyan hildiberîne. Avaniya dewletê ku nexweşiyan hildiberîne ji dîrokê û vir ve tenê bobelat, hilweşandin, şer, komkujî, problem, krîz, hejarî, êş, nexweşî, mirin û koledarî aniye ser mirovahiyê, jinan, civakê û sirûştê. Vîrûsa koronayê encama wan şêtbûnan e ku maskeya modernîzmê û lîberalîzmê daye ber çavê xwe, ji hemû nirxên mirovî bêrî ye, sirûştê hilweşîne dişewitîne û ji bo berjewendiya kar ê ku dawî lê nayê bi genetîka gerestêrka me dilîze.''

Cîzre her wiha got, ''Li ti pergalê ya ku dewlet û ji ber vê jî hêzên desthilatê lê ne, ku pirsgirêkên mirovahiyê wan hilberandin, bi hîmî pirsgirêk çareser nabin..''

Cîzre got dewlet civakên nexweş diafirînin û tenê qabîleyeta wan a hilberandina nexweşiyê heye, heke rêya çareserkirina pirsgirêkên civakî zanibe jî bi rengekî hîmî çareseriyê nayînin, ji ber ku dewlet û hêzên desthilatdar ji bo ku pirsgirêk hebin çi ji destê wan tê dikin, li ser krîz û kaosan xwe li ser civakê mîna rizgarkeran nîşan didin û hewl didin civak bi wan bawer be.

Cîzre got îro bi vîrûsa koronayê her kes ji azmûna mirovbûnê derbas dibe, medya ku weke navenda şerê psîkolojîk dixebite bi dayine reqamên miriyan weke roja qiyametê be nêzîk dibe, mirovan ditirsînin, diqilqilînin, neçareseriyê weke qederekê nîşan didin yên ku li idijî van polîtîkayên şaş ên dewlet û desthilatdariyê ku rastiya wan îro vîrûsa koronayê ye geşkirina nirxên mirovî, teşwîqa piştevaniya civakî peywira her kesî ye ku ji xwe re dibêje, ez mirov im. 

Cîzre got: ''Bi hişmendiya ku mirovê bi tendirist, sirûşta bi tendirist û ekolojiya paqij rastiya civakî ye bi aqilê xwe, bi aqilê jinê, bi aqilê civakî li dijî pergala desthilatdariyê divê mirov derkeve, ku jiyana me kirine cihekî ku mirov nikare lê bijî û şevreşk raweste.

Cîzre pê de çû û got îro globalbûna vîrûsa koronayê û bi rabûna bi rola împaratoriya tirsê ku dibe sedema mirina gelek mirovan û hê jî talokeyeke cidî ye, bêparhiştina civakê ya ku xwe vedişêre û tê tirsandin, a ji ramana azad û bîreweriya xwe, yek ji wan rêbazan e ku desthilatdar heta niha bi kar tînin û diyar kir, dîlgirtina mezin her roj bi milîtarîzma medyayê her roj li ser hişê me bombe têne barandin, bi vê nahêlin ku mirov nikaribe bifikire, bipirse û polîtîkaya modenîteya kapîtalîst ku mirinê şanî civakê dike û dibêje xwe ji tayê re hazir bikin, civak kiriye kerî.

Cîzre got Kurd ne ku îro bi bi koronayê re talokeya mirinê dijîn, Kurd ên ku hê jî nebûne xwedî wî heqî ku weke hemû gelên din bi nasname, zimanê xwe bi azadî bijîn, her roj bi faşîzma dewletî ya Tirk ya bi asta herî jor têne kuştin, bi polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê Kurdan di dubendiya mirinê û teslîmbûnê de dihêle.

Cîzre bi berdewmî diyar kir di rewşeke wiha de ku mirovahî bi vîrûsa koronayê re dilebike û hewl dide ku çarseriyekê bibîne dewleta Tirk hê jî hewl dide ku vê vîrûsê li dijî Kurdan ji xwe re bike fersendek, qeyûman tîne ser şaredariyan, ti xebatkarên tendiristiyê naşîne Bakurê Kurdistanê, dema ku nekarî bi zext, zordarî, komkujiyan encmê bistîne, bi qasî ku lê bifikire ku bixwaze bi vîrûsê Kurdan bitirsîne, Kurdan nas nake.

Cîzre her wiha bal kişande ser talokeya li zindanan a ji ber vê vîrûsê û got, ''Talokeya berbelavbûna vê vîrûsê herî pir li ser zindana Imraliyê û li ser bi hezaran girtiyên siyasî yê Kurd heye'', bal kişande ser yasaya kêmkirina înfazê ku desthilata AKP-MHP'ê hazir kirine û dikin ku bi cih bînin, got çawa ev yasa wê Rêbertiya pergala wekhevî, azadî û demokrasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî, wekîlên gel venehewîne.

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Newroz Cîzre got: ''Li dijî vîrûsa ku aqilê zilêm ava kiriye, li dijî avaniya yekdest, desthilatdarîxwaz ku gefê li ser jiyana me, cîhana me û gerdûna me dixwe divê em jin, cîhana xwe bînin asta xweîfadekirine bi azadî û çalakiyê, dema wê ye ku em bi gewherê xwe ekosîstemê  bigihînin nirxên xwe yên dîrokî ya bi demokratîk bi azadiya jinê, ku wekhevî, dadmendî, hezkirin û hurmet lê xwedî maneyê ye.''

Cîzre wiha domand: ''Li dijî aqilê nexweş ê mêr ku tundiya li ser jinê veguherandiye ser komkujiyan, qirkirina jinê û niha jî bi êrîşên biyolojîk vîrûsê hildiberîne, weke biharê ya ku ji nû ve jiyanê de, weke hewaya paqij a biharê, bi azadî dinere, bi azadî difikrie û weke xwe maye, li dijî pergala kapîtalîst ku ji rasteqîniya civakî qut bûye, bi her geşedanê re mîna çekeke kujer li me vedigere, li dijî vê pergala kapîtlaîst a desthilatdarîxwaz, li ya xwe û dijberê sirûşta mirov dema wê ye ku em cîhana xwe ya demokratîk, azad û wekhev ava bikin, biparêzin û geş bikin.''

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Newroz Cîzre herî dawî got: 

''Jin dayika mirovan in, dixwazin qedera xwe ew diyar bikin û xwe rê ve bibin. Ji ber vê modêla neteweya demokratîk ku Rêbertiya li ser hîmê xweserî, xwerêveberî, gel û jin bikaribin li hemû qadên jiyanê xwedî gotin, biryar û vîn bin danî holê, weke rêveberiyeke çareseriyê ya pir baş tê dîtin û tê xwestin ku ev were geşkirin.
Bi vê maneyê, li dijî pergala desthilatdarîxwaz a mêr a bi vîrûsê, ku sala 2020'an mîna şevreşkeke jiyan şeht kirî, cîhana me kirî zindan,  wê vê cîhana ku di navbeyna zilamê serwer û wan jinan de ku dixwazin azad bibin şer û têkoşîneke giran heye, bi destê jinan were azadkirin. Ti dem nemaye ku mirov li bendê bimîne, taloq bike û winda bike. Wê piştevaniya jinê ya ku zemên çêdike, rêxistiniya wê dike, geş dike, çalakiyên jinê, helwesta azadiyê ya radîkal a jinê û têkoşîna wê zemên bi dest bixe.''