Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hêzên komploger hatin şermezarkirin û cangoriyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' hatin bîranîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em 15'ê Sibatê careke din di nava giraniya pêkneanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de pêşwazî dikin. Bi navê jinên ciwan êdî em nikarin xwe li kiryarên qirker û sîstema dîlgirtinê ya Îmraliyê rabigirin. Hêza bingehîn a ku van kiryarên faşîzan dimeşîne desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst e. Heta ku ev desthilatdarî neyê parçekirin, nepêkane ku sîstema Îmraliyê bê hilweşandin."
Koordînasyonê bi wesîlerya 15'ê Sibatê bang li jin û ciwanan kir ku li dijî faşîzmê li ber xwe bidin û wiha dewam kir: "Ji xwe çeperên berxwedanê gav bi gav tên avakirin. Berxwedana xwendekarên zanîngeha Bogazîçiyê ya lid ijî qeyûmên AKP'ê mînak ji vê yekê re ye. Eger xwendekarên Kurdistanê hemû tevlî vê berxwedanê bibin wê hingî bingeha faşîzmê bê hilweşandin.
Li Garê li dijî operasyona dagirgkeriyê, berxwedana gerîla ji roja destpêkê ve destan nivîsî. Jin û ciwanên Kurd ên bi rûmet û welatparêz bi cihgirtina li çeperên vê berxwedanê dikarin derba herî giran li faşîzmê bixin.
Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya jin ên ciwan e. Azadî bi liv û tevgerê dikare bê bidestxistin. Jİ ber vê yekê em bang li jin ên ciwan hemûyan dikin ku li ber xwe bidin. Mîna ku Rêberê me jî got, 'Yên şer dikin azad dibin, yên azad dibin bedew dibin'. Em tevlî her qada têkoşînê bibin, bi rengekî radîkal tevlî çalakiyên 15'ê Sibatê bibin û sîstema qirkirina Kurda parçe bikin."