Çîroka firotina keçên Qoçanê

Çîroka firotina keçên Qoçanê

Her çendî li seranserê cîhanê û bi dirêjahiyê dîrokê, firotin û bazirganîkirina jinan çîroka berdewama gerdûnê bûye, lê firotina keçên kurd li Qoçanê, bi tirkemenên Eşqabadê, di bihara sala 1905'an de, di serdema hukimdariya Asifoldulê li Xorasanê, her wihadîl girtina jinên Başqanlo, di meha remezana heman salê de, trajêdiyeke perdepûşe.

Xorasan wilayeta herî mezin a Îranê ye. Li wir gelek netewe dijîn. Kurdên ku bi sedan sale li wêderê dijîn, xwedî dîrokeke tije êş û trajêdî ne û dengê wan bi dirêjahiyê dîrokê hatiye fetisandin. Hê jî gelek aliyên dîroka siyasî-civakiyên kurdên Xorasanê aşkera nebûne û di bin toza dîroka de veşartî mane. Yek ji bûyerên trajêdîk, ku gelek bi kêmî behsa wê hatiye kirin, firotina keçên kurd li Qoçanê ye.

Navçeya Xorasanê, di serdema desthilatdariya Qacaran de, yek ji navendên xwedî nirx û bihayekî zêde û di warê siyasî û civakî de xwedî giringiyeke taybet bû. Ji ber ku ji xeynî bi xêr û bêrbûna xaka wê bo çandiniyê, yek ji navendên baziganî-ticarî, li herêmê bûye.

Bakur û rojhilatê wê navçeyê, di sedsala 19'an de, di warê siyasî de ji bilî Îranê, ji aliyê welatên bi hêz, yên weke: Brîtaniya û Rûsyayê xwedî giringiyeke taybet bû.

Tevî ku di destpêka sedsala bîstem de, rewşa asayiş, çandinî û bazirganiyê li gor salên berê li Xorasanê baştir bû, lê zêdebûna baca hikumetê, ku ji xelkê dihate standin, bû sedema serhildana nerazîbûnan.

Piraniya xelkên parêzgehên Îranê, ku ji ber zilma desthilatdaran, reş û rût û belengaz bibûn, keç û kurên xwe li şûna baca hikumetê dane û beşeke berçav a xelkê, ji ber zilm û neheqiyê, berê xwe dane welatên din. Hikumeta Rûs û Tirkemanan ew yek bi derfeteke baş zanîne.

Wezareta Darayî ya Rûsyayê, bi derxistina biryarekê, destûr dide ku eger xelkê Qoçan yan her navçeyeke din ji parêzgehên Îranê, pez û sewalên xwe bibin ''Axal''ê, bi tu awayekî bac ji wan neyê standin!

Ew yek dibe sedem ku xelkê Qoçanê berê xwe bidene navçeya Axal a Tirkmenistanê. Piştre ji ber neçarî û belengaziyê mecbûr dibin keçên xwe bifiroşin. Beriya derxistina wê biryarê, xelkê bo dayîna bacê, keçên xwe bi 10 tumenan difirotin, lê piştî derxistina wê biryarê, Tirkmenên ''Merw''ê her keçekê bi 100 tumenan dikirin.

Firotina keçan ji ber çi?

Di wan salan de, li seranserê Îranê, bi taybet li Kirman û Xorasanê, bac ji xelkê dihate wergirtin û birra pere, ku bi navê serjimêriyê ji xelkê dihate standin, her bi navê wî kesî di deftera hikumetê de dihate tomarkirin. Li gor wê qanûnê, di dema zindîbûn û piştî mirina wî kesî jî, ewqas pere li jêr navê bacê, ji wî yan malbata wî dihate standin. Yan baca pez û sewalan çawa hatibû tomarkirin, piştî çend salan li gor hejmara berê, ku di defter hikumetê de hatibû tomarkirin ji xwediyên wan dihate wergirtin.

Ji ber wê jî, xelkên bê pere ji tirsa girtin, lêdan û sivkatiya ji aliyê hikumetê ve, mecbûr bûn keçên xwe bifiroşin da bikarin baca salaneya hikumetê bidin.

Bi wê re hin karbidest û memûrên hikumetê, bi xwe bûne kirryarên keçên xelkê. Di wan salan de û li gor raporan, her keçikek li şûna 12 men geniman dihate hesibandin û di navbera 15 heya 40 tumenan firotine Tirkmenan. Memurên hikumetê, bi wî karî re hem beşa xwe ji bacê vedigêran hem jî ji zêdeyiya ku ji firotina keçikan vedima li du aliyan qezenc dikirin.

Ligor rapora hin lêkoleran, nêzî 3000 belgename derbarê firotina jinan li Îranê, di sendên pirtûkxaneya millî ya Îranê de hene. Ji wan belgeyan, nêzî 40 belge yên serdema padîşahiya duyem a Pehlewiyan û belgeyên din yên serdema Qacarî û Padişahiya Pehlewiyan a yekem e.

Di destpêka sedsala 19'an de tenê Zengî û Reşpîst weke koleyan dihatin firotin. Lê heya destpêka hikumdariya Qacaran, firotina koleyan li Îranê berdewam bûye.

Keçên Qoçanê, navê ku dîrok ji bîr nake

Tirkmenan piştî kirina keçikan, ew dibirin bazara Eşqabadê û li wê derê mezad dikirin, bazirganên Ermenî ew keç dikirrîn da wan weke dîl, xudam û xizmetkar bifiroşin, yan mecbûr bikin di mêvanxane û meyxaneyan de bireqisin yan stranan bêjin.

Li gor raporên meclisa Îranê, di wan salan de, piraniya wan keçan di mêvanxaneyên Tiflîsa paytexta Gurcîstanê, dixebitîn. Hejmara durust a keçan ku hatine firotin ne diyare, lê di raporeke pêşîn de, behsa firotina 250 keçan hatiye kirin. Di salên paştir de ew hejmar heya 1000 keçan jî çû.

Ji xeynî hejmara keçên firotî, naveke komî jî li wan hate kirin û ew keç weke ''Keçên Qoçanê'' hatine binavkirin.

Xorasan beriya şoreşa meşrûtiyetê

Xelkê hejar û belengazê Xorasanê ku afeta kuliyan zeviyên wan kirine wêrane, ne tenê hevkariyê ji hikumetê nastînin, belkî pêwîste baca diyarkiriya xwe jî di wextê xwe de bidin hikumetê.

Di encamê de, cutyarên birçî bo dayîna maliyata diyarkirî ji aliyê hikumetê ve mecbûr dibin keçên xwe bifiroşin.

Eşqabad ku heya sala 1881'an beşek ji xaka Îranê bû, ji aliyê Rûsyayê we ji xaka Îranê tê cudakirin.

Her çendî firotina keçên Qoçanê di sala 1905'an bûyereke ecêb nebûye, lê şert û mercên siyasî û şoreşgêriya wê serdemê, ne tenê dibe sedema belavbûna bûyerê di nava xelkê de, belkî dibe çîrokên şevê, û di belavokên wan salan de jî bi awayekî berfireh tê weşandin.

Feqîrî û bê qanûnî

Di serdema qacaran de, bê qanûnî, zilm û zordarî ji aliyê berpirsên hikumetê bi rê ve diçû. Şûna ku hikumet piştgiriya mafê xelkê bike, bi xwe mezintirîn binpêkerê edaletê bû. Take qanûna ku bi durustî ji aliyê hikumetê we bi rê ve diçû, qanûna wergirtina bacê bû!

Li rex zilm û zordariya hikumetê, komek ji eşîretan, bi taybet Tirkmen bi dayina bertîlan bi dadgerên (hakim) herêmê, mal û hal û jin û keçên xelkê feqîr didizîn û weke kole li Eşqabadê difirotin.

Bi çavxişandinek li dîroka Îranê, bi taybet di serdema Qacaran de, aşkrra dibe ku bê qanûnî û qesaweta hakiman li aliyekî û feqîrî û bê ferhengî li aliyê din, hawarê dike.

Çîroka firotina keçên Qoçanê, xwedîka çîroka bêedaletî û neheqiya hakiman, bertîl, dizî û talankirina mal û halê xelkê, ji aliyê kesên ser bi hikumetê ve, rêgiriya eşîretan ku bi firotina koleyan dijiyan e.

Di germegerma firotina keçên Qoçanê de, ger şa ji keçekî hez bikira ew di heremseraya xwe de bi cîh dikir!