Cezayê Irmak a HDP’ê teqez bû

Cezayê girtîgehê ya Parlamentera HDP’ê Selma Irmak ku rehîn hatibû girtin teqez bû. Piştî ku ceza li Meclîsê hate xwendin wê ji wekîltiyê were xistin.

Dadgeha Herêmê ya Dîlokê, 10 sal cezayê li Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak hatibû birîn erê kir. Ji ber 2,5 sal cezayê Irmak hat teqezkirin jî dê parlamenteriya Irmak bê betalkirin.

Dadgeha Herêmê ya Dîlokê, 10 sal cezayê li Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak hatibû birîn erê kir. 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, 10 sal ceza li Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak birîbû. Dadgehê bi hinceta axaftinên Irmak ên di çarçoveya xebatên partiya siyasî de ev biryar da. Dadgehê, ji ber di navbera salên 2015-2016’an de di çarçoveya fealiyetên partiya siyasî de tev li meşên hatin lidarxistin û daxuyaniyên çapemeniyê bûye, bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” 10 sal ceza li Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmakê birîbû. Dozger axaftinên Irmak ên li mîtîng, daxuyaniyên çapemeniyê û bernameyên televîzyonê yên di navbera salên 2015-2016’an de li Amed, Şirnex û Colemêrgê hatibûn lidarxistin, bi 4 tawanbariyên cuda bi giştî bi daxwaza 105 salan cezayê girtîgehê doz li Irmakê vekiribû. Irmak a di 4’ê Mijdarê de hat girtin û di Girtîgeha Kandirayê de ye, ji aliye 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat cezakirin. Piştî parêzeran ceza itîraz kir û serî li li Dadgeha Herêmê ya Dîlokê dan, Heyeta Dadgeha Herêmê ya Dîlokê jî bi heman hincetê ceza erê kir.

GER BIRYAR BIÇE MECLÎSÊ WÊ WEKÎLTIYA IRMAK WERE BETALKIRIN

Dadgeha Îstînafê parast ku biryara dadgeha herêmî li gorî hiqûqê ye û îtîraza parêzeran red kir. Dadgehê daxwaza ku Irmak serbest bê darizandin jî red kir. Disa cezayê 2,5 salan jî bi sedema kêmî 5 salan e teqez kir. 7.5 sal cezayê ku Dadgeha Îstinafê erê kiribû jî ji ber ku rêya îtîrazê vekiriye hêj teqez nebûye. Ji ber ku 2,5 sal cezayê Irmak teqez bû, ger ku ev ceza li Meclisa Tirkiye bê xwendin wekîltiya Irmak wê were betalkirin.