Cezayê dîsîpîlînê dan siyasetmedarên Kurd Ata û Yagci

Ji ber silavkirina xizmên xwe cezayê dîsîplînê dan siyasetmedarên jin ên Kurd Ayla Akat Ata û Ayşe Yagci.

Derbarê siyasetmedarên jin ên Kurd Ayla Akat Ata û Ayşe Yagci yên li Girtîgeha Jinan ya Sîncanê tên dîlgirtin, lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. Cezayê “mehek ji hîn çalakiyan were mehrûmkirin” li siyasetmedaran hate birîn. Hinceta cezayê dîsîplîna Yagci û Ata weke silav û sohbeta bi xizmên xwe hat nîşandan.

Ata û Yagci di 21’ê Tîrmehê de li Wezareta Komîsyona Dîsîplînê ya Sîncanê, bi gotinkî xwe parastibûn.

Ayşe Yagci diyar kir ku pêkanînên ku tên kirin dijaqil û mirovahiyê ye.

Siyasetmedar Ayla Akat Ata jî wiha got: “Ez wek hiqûqnasekê ji ber vê zabitnameya bêhiqûqî ya derbarê min, parastinê red dikim.”

Ata û Yagci bi rêya parezerên xwe ji bo îtîrazkirinê serî li Dadgeha Înfazê ya Rojhilat a Enqereyê dan.