Gerîlayên YJA-STAR (Yekineyê Jinên Azad), ligel ku di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya HPG’ê de tevli çalakiyan dibe, bi çalakiyên xwe yên xweser jî di demên dawî de balê dikişînin. Bi serdegirtina qereqolan, kontrolên rê, binçavkirin û girtinan mohra xwe li rojevê dide.
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-STAR’ê Delal Amed destnîşan kir ku bi çalakiyên xweser yên ku pêk tînin bi qasî hamleya şoreşgerî bilind dikin, li hemberî polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî jinê jî bersiveke. Delal Amed anî ziman ku li Kurdistanê bi destê Cemata Fetullah Gulen êrîş pêk tên û wiha got: “Bila hikûmeta AKP’ê û Cemata Gulen bizane ku jinên kurd dê li dijî van polîtîkayan serî netewîne. Ev siyaseta erzan ya ku AKP dişopîne dê wan rizgar neke.”
Femandara Biryargeha YJA-STAR’ê Delal Amed ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku ji 23’ê tîrmeha 2001’an heta niha di çareseriya pirsgirêka kurd de hatine asteke têkoşînê ya nû û wiha got: “Me ev pêvajo wekî tevgera Azadiyê wek pêvajoya şoreşê nirxand. Ji ber ku bi pêvajoya 99’an a Îmraliyê re Rêbertiya me di çareseriya pirsgirêka kurd a demokrastîk û aştiyane de ketiye nava hewldaneke cidî. Lê dewleta tirk û bi taybet jî hikûmeta AKP’ê li dijî vê hewldanê, pergala îşkenceya Îmraliyê kurd kir, hewl da rêbertiya me bê bandor û tasfiye bike, li ser gelê me polîkayên qirkirina çandî û fizîkÎ meşandin û dîsa li hemberî gerîlayên me dest bi îmhayê kir.”
BERAMBERÎ BERXWEDANA ÎMRALIYÊ BERXWEDANA GERÎLA
Delal Amed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber vê sedemê ji 23’ê Tîrmha 2011’an de Rêber Apo li hemberî hevdîtina parêzer û malbatan, kete nava berxwedanê. Ev helwesta rêbertiya me di aliyê tevgera azadiya me de jî bû destpêka pêvajoyeke têkoşînê ya nû. Ji vê dîrokê şûnde em ketin pêvaoya hamleya şoreşgerî ya ku pêvajoya me ya çareseriyê ye. Bi pêşengiya gerîla hamleya şer a gel ya şoreşger pêk hat û bi armanca ku Kurdistan bigihêje statuya xweser a demokratîk me têkoşîn esas girt.
Di pêvajoya havînê ya 2011’an de û bi taybet jî sala 2012’an bi têkoşîneke mezin derbas dibe û pevçûn çêdibin. Gerîlayên me din ava berxwedaneke mezin de ne. Bi şêwazê nû yê gerîlatiyê encamên baş digire. Hemleya me ya gerîla bi çalakiya fedayî ya Êrîş û Andok k udi 25’ê Gulanê de li Qeyseriyê çalakî pêk anî, berê xwe da encamgirtinê. Dîsa bi vî ruhê fedayînê li Kurdistanê çalakiyên bi bandor û berfireh hatin meşandin û di encama vê de jî destesekirina qasan û asta pêşveçûna kontrolan pêk hat. Di 19’ê hezîranê de çalakiyên Oramar-Şitazin pêk hatin. Pişîvan çalakiyên Çelê-Rindikê, Şemzînan, Elkê gihiştin asteke gelek girîng. Her wiha hemleya me ya şerê gel a şoreşgerî û herî dawî jî çalakiyên Dêrsîm û Çewlikê gihiştiye asta herî bilind. Terza heyî ya gerîlyan, şêwaza berxwdanê ya ku hêzên HPG’ê û YJA’ê bi hevkarî pêşve biriye. Het aku em bi bigihêjin hedefa xwe jî dê hamleya me ya gerîla bilind bibe.”
JIN PÊŞENGA HEMLEYA TEVGERA ŞOREŞGERÎ YE JÎ
Delal Amed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em wekî YJA-Star, jinên mîlîtan yên li di nava tevgera azadiyê ya PKK’ê de cih digrin û bi armanca ku parastina jinan û gelê kurd bikin me xwe bi rêxistin irye. Em hêzeke xweser ya k udi nava HPG’ê de xwe bi rêxistin dikin. Em ji bo ku parastina gelê kurd, rêbertî û tevgera azadiyê bikin û azadiya wan pêk bînin stratejiya têkoşînê pêk tînin û hêzeke pêşeng ya ku taktîkan pêk tîne ye.
Dîsa wekê tên zanîn dewleta tirk û AKP’ê li hemberî yekîneya me ya ku xwe bi rêxistin dike êrîşan pêk tîne û ji xwe re dike hedef. Em ji bo ku bersivê bidin van êrîşan û xwe biparêzin di vê pêvajoyê de çalakiyên xwe zêde dikin. Heta ku têkoşîna şoreşî bi ser bikeve hem di nava hêzên HPG’ê û hem jî em çalakiyên xwe yên xweser pêk bînin. jinên ku hewcedariya wan zêdetir bi azadiyê heye vê têkoşîna şoreşÊ wekê şoreşa jinê dibîne û heta dawiyê jî dê têbikoşe.
SIYASETA ERZAN AKP’Ê RIZGAR NAKE
Amed wiha got: “Samimiyeta hikûmeta AKP’ê tune. Di şerê ku dimeşîne de bi tengezar bûye û ji bo ku vê zor û zehmetiyê ji ser xwe bavêje hewl dida hemleyeke leşkerî bide destpêkirin. Bê guman rêbaza çaeseriyê diyalog e û muxatab jî rêbertî ye. Ji bo ku rêbertî jî tevli vê pêvajoyê bibe divê teqez 3 şertên teqez bên cih. An jî ev ne mumkune. Ger rêbertî tevli vê nebe şensê çareseriyê tune. Divê AKP vê baş bizane. Ger samîmî be riya vê ev e. Ger ne wisa be AKP’ê îflas kiriye û hebûna wê di xetereyê de ye. AKP hebûna xwe bi vê siyaseta erzan nekare rizgar bike.
JINA KURD DÊ SERÎ NETEWÎNE
Amed di dawiya axaftina xwed e wiha got: “Di demên dawî de li hemberî jinên kurd û êrîş zêde bûne. Kampanyayên reşkirinê zêde bûne. Dîsa bi destê Fetullah li hemberî zarokên keç yên kurd îstîsmara zayendî zêde dibe. Dayikên me êdî mêtîngeriyê qebûl nake û serî hildide. Civaka kurd êdî keçên xwe bi destên xwe dişîne gerîla. Xwedîderketina me ya li têkoşîna me dê serkeftinê jî garantî bike.”