Çalakiyên 8'ê Adarê li Sûrê dest pê kirin

Li Amedê, çalakiyên 8'ê Adarê bi pêşengiya TJA'yê li Sûrê dest pê kirin.

Li navçeya Sûr a Amedê, ku dorpêçî û hilweşîna xaniyan hê dewam dike, jin li hev civiyan û dest bi çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê kirin. Jin bi dirûşma "Azadî wê bi berxwedana jinê bi ser bikeve" li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê li hev civiyan. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca jî tevlî çalakiyê bû.

Jinan xwestin ber bi kolana Gazî ve bimeşin, lê polîsên Tirk pêşî li wan girtin. Li ser vê astengiyê Feleknas Ûca li vir axivî û bibîr xist, ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê jî destûr ji wan re nehatiye dayîn ku daxuyaniyê bidin. Ûca got, "Zext û astengiyên li pêşiya me, hemû li pêş çavan e."

Jinan bi biryardarî meşa xwe ber bi Deriyê Rihayê ve dewam kirin. Di dema meşê de jinan qurnefîl belav kirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" qîriyan.

Jinan li ber Deriyê Çiyê li erbanê dan û bi tilîliyan dawî li çalakiya xwe anîn.