Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

CÎK'ê 8'ê Adarê pîroz kir û jinên li Efrînê silav kir

Endamên Şûra Jinê ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji bo 8'ê Adarê peyamek weşand û got, "Ji bo mafên jinan ên di nava Îslamê de derxînin holê, em ê li kêleka jinên leheng ên li Efrînê cih bigirin."

Jinên endamên Şûra Jinê ya Civaka Îslamî ya Kurdistanî, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyameke nivîsKî weşand.

Di peyamê de bal hate kişandin ser sûreya Nîsa û hate destnîşankirin ku jin û mêr wekhev in. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Feraseta cahîliye ya berê, piştî wefata pêxemberê me, di mijara mafên jinan de li berê vegeriya ye û ev feraseta cahîliye heta îro weke Îslamê nîşanî civakê hatiye dayin. Ev feraset jî bû sedem ku ola Îslamê di çavê mirovahiyê de nebaş bê nîşandan."

'JIN LI EFRÎNÊ BI LEHENGÎ TÊDIKOŞIN'

Di dewama peyamê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê û berxwedana lehengî ya li dijî vê êrîşê hate bibîrxistin û hate gotin, "Xwişkên me yên li Efrînê, di şexsê Erdogan de ji bo zilma barbar a dewleta kemalîst ji holê rakin, bi dil û can têdikoşin. Weke endamên Şûra Jinê ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê, ji bo derxistina mafên jinan ên li nava Îslamê ku di Quranê de cih digire, em ê li cem jinên leheng ên li Efrînê têdikoşin cih bigirin û mafên ku Xwedê daye me ji nû ve bi dest bixin."