Bûldan: Divê jin bibin yek û pêşengtiya guherînê bikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku divê jin bibin yek û pêşengtiya guherînê bikin. Bûldan bang kir ku divê her kes li dijî tecrîda Îmraliyê helwesteke hevpar nîşan bidin.

Hevserokên bajaran ên jin ên HDP’ê ji bo nîqaşkirina xeta polîtîk a serdema û plansaziya serdem pêş bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşa Acaran li Navenda Giştî ya HDP’ê kom bûn.

Bûldan di destpêka civînê de jinên dîlgirtî silav kir. Bûldan got “Bi hevserokatiyê re, me rê li ber vî tiştî vekir ku jin di mekanîzmayên biryarê de hebin. Îro li parlementoyê herî zêde parlementerên jin ên me hene. Li her dera ku me şaredariyên wê stendine, bi hevşaredarên xwe yên jin, me di rêveberiyên herêmî de temsîliyeta jinan bi hev re pêk anî. Li parlementoyê me koma jinan a xweser ava kir. Em hewl didin siyaseta jinan li parlementoyê bi awayekî aktîf bidomînin. 

Di hemû hevdîtin û civînê xwe de li hemberî mêtingeriya kedê, li hemberî hejarbûna jinan, li hemberî bêedaletî û newekheviyê me helwesta xwe diyar kir. Di bin rêveberiya jinan de em ê dawî li hejarî û mêtingeriya kedê bînin. Em ê budçeyê bikin budçeya jinan. Jin bi awayekî xurt li têkoşîna jinan xwedî derketin. Ev ji bo me çavkaniya hêzê ye. Me di civînên xwe yên bi gel re dît ku têkoşîna jinên HDP’ê û yên bi HDP’ê re dimeşin di asteke xurt de ye. 

DESTHILATDARÎ JI HDP Û JINAN DITIRSE

Em dibînin ku desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwaze bi metodên pêkutî û zilmê têkoşîna mûxalefeta civakî, ya jinan û HDP’ê bide sekinandin. Bi operasyonên girtinê, pêkanînên Rewşa Awarte û darbeya 4’ê Mijdarê ya li dijî partiya me û heta darbeya qeyyûman dixwazin partiya me hilweşînin. Tekane tirsa wan HDP û jin e. Doza girtina HDP’ê jî bi vê mebestê vekirine. Desthilatdariya mêran bi vê hewldana xwe dixwaze jinan derxîne derveyî siyasetê. Ferasetta ku dixwaze jinan tune bike li Efganistanê Talîban e û li Rojava jî DAÎŞ e!

HDP ne bi tenê partiya mûxalefetê ye. Partiyeke wisa ye ku dikare welat bi rê ve bibe. Partiya ku bihêz û fikra xwe ya herî nêzî vî tiştî, HDP ye. Jin dixwazin vî welatî bi rê ve bibin û wê bi rê ve bibin jî. Bila tu kes ji vî tiştî nekeve gumanan. Ji şewbê heta şewata daristanan, ji erdhejê heta lehiyan, me dît ku ev desthilatdarî nikare welat bi rê ve bibe û gel bi tenê hiştiye. Tekane derdê wan, şatafat û berjewendiya wan e. Li hemberî vê desthilatdariya siyasî divê em jin hêza xwe bikin yek û bibin pêşengên guherînê.

EM LI DIJÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ HÊZA XWE BIKIN YEK

Yek ji pirsgirêka herî mezin a li welat jî doza Kurdan û tecrîda li ser Îmraliyê ye. Tecrîdê dora gel girtiye û Tirkiye asê kiriye. Bi geşkirina bloka çareserî û aştiyê em dikarin vê bloka tecrîdê bişkînin. Ev tişt wê pêşiya demokrasî, edalet û aştiyê veke û him jî wê polîtîkayên talanê bide sekinandin. Divê hemû beşên civakê vî tiştî baş bibînin û li hemberî tecrîdê helwesta xwe diyar bike. Divê gumana tu kesî tunebe, rojên ronî wê bi şikestina tecrîdê re pêk were. Em jin hay ji vî tiştî hene û em ê têkoşîna xwe geştir bikin. Wê roniya jinan tarîtiya li welat ronî bike.”