Botan: YPJ pêşengtiya Konfederalîzma Demokratik dike

Melsa Botan li ser rola jinê ya di Şoreşa Rojava de axivî û got, "Wê hevgirtina bi aştî ya Rojhilata Navîn bi ruhê hevpar ê jinên li ser vê axê were avakirin."

Endama Komîteya Perwerdeyê ya PAJK'ê Melsa Botan li ser salvegera Şoreşa Bakurê Suriyeyê ji ajansa me re axivî. Botan got; "YPJ di çarçoweya felsefeya Rêber Apo de îlham da jinan."

Hûn dibêjin Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, sedemên wê çi ne?

Şoreşa Rojava çima şoreşa jinê ye. Ne tenê wek dirûşmeyek yan weke gotineke ji rêzê ev tê gotin, ji ber ku rista wê ya jiyanê bi destê jinê hate rêsîn ji bo wê dibêjinê şoreşa jinê ye.  Ji  ber di destpêka Şoreşa Rojava de, hem li kolanên Rojavayê Kurdistanê, hem jî di vesazkirina saziyên wir de bi taybet weke hêza leşkerî jî li ser bingehê avakirina pergal û hîmên civakî bi jinêê dest pê kir û pêşengatiya çalakiyên yekemîn kirin. Ji bo ku jin bikaribe hebûna xwe misoger bike bi rastî li hemberî hemû zehmetiyên ku di nava civakê de  jinan pêşengatiyê tekoşînê kirin. Sedemek din jî ev e ku di paradîgmaya Rojhilata Navîn de pêwîstî bi tiştekî bi vî rengî hebû. Weke pêwîstiyeke ji bo mirovahî û Şoreşa Rojava li nava rastiya sedsala 21’ê de jî şoreşa jinê pêwîstiyeke mezin a mirovahiyê bû. Li gorî nerîna min ev wek rihê dîrokê ne. Li ew welat û warê ku deskeftên jinê lê hatine girtin vê carê jî bi şoreşa jinê li gewherê xwe vegeriyan. Ji bo vê ye em dibêjinê Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Ev şoreş di bin pêşengtiya jinê de rista xwe ya jiyanê honandiye. Berxwedanî li hemberê çanda asîmîlasiyona çandî, êrîşê li ser bedenê jinêê û çanda destdirêjiyê li Şoreşa Rojava de jinê pêşengatî kir ji ber wê Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye.

Rêberê Konfederalîzma Demokratîk birêz Ocalan di cîhanê de yekemîn artêşa jinê ava kir, YPJ’ê jî li ser wê bingehê xwe ava kiriye. Rol û misyona rastiya YPJ’ê di Rojhilata Navîn de çiye? 

Li gorî Rêber Apo xeleka herî bingehîn di dîroka mirovahiyê de ku hatiye bindestkirin, ji çand, berhem, nirxê wî hatiye dûrxistin û îcadên wê ji dest  hatiye standin, li rastiya xwe ya sosiyolojîk û jiyanî hatiye durxistin jin e. Ruxmê ku rihê jiyanê ye jî ji hemû afirêneriyê xwe hatiye mehrum kirin. Pêwîst e ji bo ku tu bi karibî  jiyaneke rast bidî avakirin pêwîst e ew cihê ku tu lê hatiye windakirin tu li wir bigerî. Ji ber ku heqîqeta jiyanê di rastiya jinê de hatiye windakirin. Bê edaletiya di nava jiyanê de li hemberê jinêê hatibû kirin. Nirxê pîroz di şexsê jinê de hatibû windakirin. Ji bo ku tu bikaribî nexweşekî tedawî bikî an jî tu bikaribî bingehê tiştekî çareser bikî pêwîste ku tu ji koka ve lê binerî. Di nava vê civakê de ew tişta ku hatiye windakirin hevsengiya jiyanê xira kiriye. Rêber Apo dema ku destpêkê mudahele li pirisgirîka jinê kir, ji cihê ku heqîqeta jiyanê tê de hatiye windakirin dest pê kir. Ji bo ku tu bikaribî jiyanekî rast saz bikî pêwîste beriya her tiştî ew cihê ku lawazî tê de heye divê rast bikî. Çekerî hûnera heqîqeta jiyanê ye, jin jî ev heqîqet bixwe ye. Ew heqîqete ku hatiye înkarkirin. Rêbertî hertim di got ji bo ku em civakek wekhev û azad bidin avakirin, pêşî pêwîstî bi azadiya jinê heye. Çawa di nava nebat û hemû jiyanê de reng heye, eger ku tu aliyek tenê bidest bigirî wê aliyê din seqet bimîne, bêguman danehevên şoreşên cîhanê hatine girtin henin, lê serokatî sirê jiyana mirov şirove û tehlîl kiriye. Di vir de kilîta bingehîn keşif kiriye, kilîta bingehîn ya wê sirê jin e. Ji bo wê Rêbertî artêşbûna jinê da avakirin. Bi tayîbet di axa Kurdîstan û Rojhilata Navîn de ku şerê xweda û xwedawendan tê de dest pê kiriye û cara yekemîn îcadên jinê li vir jê hatiye sitandin. Pêwîste li vî cihî ku ev rastî hatine sitandin paş de werin girtin jî. Ji ber wê arteşa jinê YPJ’ê avakirin, di cihekî weke Rojava de ku modela Rêber Apo ya Konfederalîzma Demokratîk, ew resma ku cîhan dikare ji xwe re mînak bigire. YPJ jî tenê resmekî ekranê nîne, heqîqeta herikbariya jiyanê ye. Pêwîste hemû jin wê rastiyê bibînin, eger nebînin wê nikaribin li hemberê wê sîstemê bi rengê jinê helbesta azadiyê bêjin,nikarin lhama tekoşînê bigirin û ser baweriya hêza xwebûnê yê jinê bisekinin. Pêwîst e hemû jin xwedî çavkaniyeke îlhamê bin. YPJ’ê jî di çarçoweya  feslefeya Rêber Apo de îlham da jinê. Bû xeta parastinê ya gelan. 

Li Kurdistanê YPJ yekemîn arteşa jinê ye ku ilhama xwe ya avabûnê li çarçoweya felsefeya  parastina  rewa ya Rêber Apo ji jinên gerîla yên çiyayî YJA-STAR’ê girt. Di dunyayê de jî pir şoreşên mezin hene ku jinan pêşengtî jê re kirine. Yek ji wana jî şoreşa Fransayê, ku di vê mehê de jin derketin kolanan û pêlên şoreşê xurt kirin. Lê piştra hate reformîzekirin û nebû eserek di asta şoreşa  jinê de. Bêguman YPJ’ê ji  wan hemiya îlhama tekoşînê girt. Bingehê wana lekola  û li ser vê bingehê xwe bi rêxisin kir. Niha jî li her goşeyekî dunyayê rêxistinên jinan hene û li hemberê sîstema zilamsalarî têkoşînê didin. Lê çiqasî di çarçoweya  sinerjiya jinê de sîstema xwe ya zîhnî didin avakirin ev mijara pirsê ye. Ji ber ku sînerjî honandina hêz û koka jinê ye bi zanista jinê bû. Ev jî tenê di xalekî de na wê di hemû rastiya jiyanê de bi pêş bixe. YPJ jî pêşengatiya vê dike. Çawa ku di dîrokê de Tiyamat li hemberî Mardok şer kir. Îro YPJ’ê jî li hemberî deshilatdariya zilam a tekrengbûn û dîktatoriyê şer dike. Ev jî îlhama xwe ji paradîgmaya Rêber Apo digire. Ji bo ku jiyaneke wekhev û demokratîk bide avakirn, tekoşîn dike. Ji ber wê şerê îro li hemberî DAIŞ’ê şerê nû yê Tiyamat û Mardok e. Careke din li ser vê axê heman şer e. Wê demê desilatdariya zilam bi ser ket, wê niha êdî demokrasiya jinê biser bikeve. 

Li Rojhilata Navîn cihên ku cudatî wekî sedemên dijberiyan derdikevin pêş hene, ji ber vê yekê rêberê paradîgmaya Neteweya Demokratîk birêz Ocalan bi fikirandinên xwe ya netewa demokratîk de cudahiyan di nava aşitiyê de tîne ba hev. Ev ê di nav gelên Rojhilata Navîn û cîhanê de wê çi encamê bide?

Rêber Apo razên çavkaniya jiyanê keşif kiriye. Ji bo wê jî ew kilîta pirisgirîkan ku hatibû windakirin Rêber Apo dîtiye. Vê felsefeyê îlham da jiyana bi hezaran mirovan. Eger ku îro bi hezara ciwan li her aliyê dunyayê tên û di çeperên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Suriyê de ji bo azadî û aştiya rojhilata navîn şer dikin bi vê bandorê ye. Her çiqas hêzên desthilatdar dixwazin wê bandorê înkar û asteng bikin jî. Ji ber ku ji vê bandorê pir ditirsin. Êdî ev bandor maskeyên desthilatdaran radike û dizê malê yê di tarîxa gelan de datîne ser şanoya dîrokê. Ev sîstem aşitî û zengîniya gelan qebûl neka û red dikê, li hemberê şerê azadiya jinê dijminahiyê dikê, ji bo vê jî dixwazin wê şoreşa ku li Rojava ava bûye bifetisînin. Li hemberî vê Rêber Apo dixwaze heqîqeta rast a jiyanê careke din teslîmê mirovahiyê bikê. Di nexşerêya jiyana rast a mirovahiyê de Rêbertî kûr û dûr çareserî avakiriye û zindî kiriye. Yanî şerê Rojava şerê di navbera du şaristaniyan de ye, şaristaniya modernîteya demokratîk ya dengê gelan û şaristaniya modernîteya kapîtalîst ya kolonîkar. 

Rastiya jiyana Rojava rastiya bi hev re jiyînê ya rengan e, rastiya melodiya xwe pênasekirina hemû mozayîkên gelan e. Dengê bilbil û kewan li ser heman axê xweş e, lê dengê yek ji wan cihê dengê yê din nagire. Derya bi masiyên xwe yê renga reng dibe derya. Ew cihe ku mirovên çiya û çolê bi heman eşqa jiyanê di çeperan de ne. Ew jî eşqê jiyana rastiya neteweya demokratîk e. Ew netewê di bin tîmara derdê gelan, dunya û xwezayê jî. Ev felsefa ya jiyanê jî felsefeya Rêber Apo ye. Ji bo vê êdî pir kes gihiştin wê baweriyê ku Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd rêberê mirovahiyê ye. Mebesta Êrîşa îro ku li ser Rêber Apo didin meşandin ya bi destê AKP’ê ev e ku dixwazin dengê Rêbertî ji projeya bi demokratîzekirina Rojhilata Navîn qut bikin. Ji bo ku nehêlin rastiya netewaya demokratîk li Rojhilata Navîn mezin bibe, tecrîda li ser Rêber Apo giran dikin.

Fikrê neteweya demokratîk di hêla avakirinê de tê çi watayê û çi dikeve ser mile hêzên netewa demokratîk?

Fikrê neteweya demokratîk li ser bingeha jiyana bi hev re ya gelan hatiye avakirin. Bi armanca bidawîkirina şerên hezar salî ku li ser bingehê parvekirina desthilatdarî ser gelê herêmê hatiye neçarkirin. Mîna bexçeyekî ku hemû reng tê de hene ku mirovahî li reng û bêhnê wî dikare jiyana azad ava bike. Pergala konfediralîzma demokratîk ya ku projeya wê Rêber Apo daye avakirin bi pêşengatiya jinê, tolhildana hemû dagîrkariyên civakî ne yên di Rojhilata Navîn de. Şênberkirin û zindîkirina şerê xwedawendan û lêgerên heqîqetê ne  yên weke Suhrewerdî, Manî, Helacê Mansur e. Honandina fikrê lêgerîna heqîqeta jiyanê ye. 

Dewletên desthilatdar û dagirker di nava şerekî pir dijwar de ne, ji bo ku ev sîstem ava nebe di nav tifaq û tevgerên pir qirêj de ne. Ji bo ku mozayîka gelên Rojhilata Navîn careke din zîndî nebe, di rastiya şerê Rojava de hemû hêzên destilatdar li hemberî aşitiya Rojhilata Navîn şer dikin. Gelê Rojhilata Navîn bi hezaran sal bi hev re jiyane û xwedî bîreke kûr ya netewa demokratîk in. Tu carî bê lîstokên hêzên desthilatdaran di dîroka vê axê de şerê gelan nehatiye jiyîn. Lê ev rastî nayên dîtin. Li rojhilata navîn bi polîtîkaya înkara Kurdan jenosîta gelan tê kirin. Pirsgirîka Rojhilata Navîn bi  navê edalet û modernnebûnê de tê veşartin. Neha di Turkiyê de CHP meşa edaletê bi rêve dibe, lê di rastiya Tirkiyê de gel tên jenosîdkirin. Bîra civakan tê tinekirin, şerê navxweyî tê jyiîn. Pêwîste bertek li hemberê vê hebin. Erdogan wek dîktatorek î her roj li ser TV’yên Turkiyê gelan tine dihesibîne û fermana komkujiyan dide, lê bertek bi lêgerîna edaletê tên tinekirin. Li Kurdistanê gotinek heye tê gotin; dema cîrana te zerar dît tu alîkarî bide ji bo ku dora te jî newê. Dema ku li ser Kurdan komkujî dihat rêvebirin û însanên şoreşger yê vî gelî dihatin şewitandin Kiliçdaroglu xwedî helwest nebû. Di dema komkujiyan de banga edaletê ne berpirdyariyeke dîrokî ye. Ew rastiya ku li Rojhilata Navîn  ji wan hemûyan re bibe bersiv û dawî şi siyaseta jenosîdê bîne pirojeya netewa demokratîk e. Ferq û cudahiya konfederalîzma demokratîk ev e ku bi fikrê jinê, sînerjiya jinê rastiya jiyanê bihone û bi zanista jinê dawî li wan pirisgirîkan tîne. Ji ber ku civaka bê komkujî bi zanista jinê hate avakirin û wê bi zanista jinê jî bi vê rastiyê nû bike. Pêşiya înkar û jenosîda gelan dikare bi nerîna demokratîk a jinê werê girtin. Wê hevgirtina bi aştî ya Rojhilata Navîn bi rihê hevpar a jinên ser vê xakê were avakirin.