Birînên jinan bi destê jinan tên pêçandin

Li kampa Eyn Îsayê nêzî deh hezar jin hene ku bûne mexdûrê tundiya DAÎŞ'ê, dewleta Tirk, komên çete û rejîmê. Birînên wan ji aliyê Mala Jinê ve tên pêçandin.

Yek ji welatên ku tundiya bi her şêweyî li jinan tê kirin, Sûriye ye. Di şerê 7 salên dawî de ji aliyê fîzîkî, zayendî û psîkolojîk ve tundiyeke giran li jinan hate kirin.

Bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji Rojava heta hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî her şêweyên tundiyê têkoşîneke xurt hate nîşandan û artêşeke mezin a jinan ava bû.

Têkoşîna ku bi pêşengiya YPJ'ê li dijî tundiya DAÎŞ'ê, komên çete yên bi navê OSO, rejîmê û dewleta Tirk, kir ku gelek jin berê xwe bidin Rojava û Bakurê Sûriyeyê.

10 HEZAR JIN Û ZAROK HATIN KAMPÊ

Bi hezaran jin tevlî nava refên YPJ'ê bûn, bi hezaran jin jî li kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin. Yek ji van kampan jî kampa penaberan a li Eyn Îsa ye. 10 hezar jin û zarokên li bajarên cuda yên Sûriyeyê û Iraqê ji tundî û mirinê reviyan, xwe li kampa Eyn Îsa girtin.

Mala Jinan ku ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ve ji bo jinên li kampa Eyn Îsayê hatiye avakirin, hewl dide pirsgirêkên jinan çareser bike. Endama rêveberiya Mala Jinan a kampa Eyn Îsayê Bûşra Eyaş got, piraniya jinên li kampê ne bi her awayî şîdet dîtine.

'NE TENÊ TUNDIYA FÎZÎKÎ...'

Eyaş işaret bi travmaya jinên li kampê kir û got, "Ne tenê fîzîkî, ji aliyê psîkolojîk, zayendî û bi gelek awayên din tundî li jinan hate kirin. Tundiya herî giran a li jinê, li vê erdnîgariyê rû da."

Eyaş tundiya hatiye kirin şiband serdema cahîliye û got, "Mesela di dema cahîliye de jin bi saxî dihatin veşartin, recmkirin. Tundiya herî mezin ev bû. Ev rêbaza tundiyê niha jî bi şêweyên cuda dewam dike. Mesela, teşhîrkirina bedenên jinan ji aliyê dewleta Tirk ve, yek ji vê mînakê ye."

'JI BO SIBEROJA WAN EM DIBIN ALÎKAR'

Ji Reqayê 3 hezar û 115 jin, ji Dêra Zorê 8 hezar û 73 jin, ji Helebê hezar û 56 jin, ji Îdlibê 48 jin, ji Hamayê 64 jin, ji Hûmsê 162 jin, ji Iraqê jî 518 jin li kampa Eyn Îsayê ji aliyê psîkolojîk, hiqûqî, perwerde, madî û manewî ve piştgiriyê dibînin. Bûşra Eyaş got, "Em ji aliyekî ve hewl didin birînên ku ji ber tundiya mêr li nava jinan der bûye biçêpin, ji aliyê din ve jî ji bo karibin ji xwe re siberojekê ava bikin, dibin alîkar."