Bila 11 jinên girtî yên nexweş werin berdan

Endamên Komeleya Mafên Mirovan bal kişandin ser rewşa 11 jinên girtî yên nexweş ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê.

Komîsyona Jinê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, berî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, daxuyanî da çapemeniyê û bal kişand ser rewşa 11 jinên nexweş ên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê girtî ne.

Li ser navê komîsyonê Rêvebera Şaxê Cemîle Karakaya, di civîna li avahiya komeleyê hat lidarxistin de, axivî û da zanîn ku tundiya li dijî jinan dewam dike. Karakaya, diyar kir ku her ku tundiya li dijî jinê dewam bike, wê têkoşîna wan jî bê navber dewam bike.

Karakaya, destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan, di heman demê de tê wateya “pergala serdest a zilam” û wiha got: “Yek ji qadên jin lê rastî tuneyê tên, girtîgeh in. Hemû nêzîkatî û kiryarên dijrûmeta mirovahiyê yên li girtîgehan tên jiyîn, tundî ye. Girtiyên nexweş, ji ber şewba vîrûsê jiyana wan di bin rîskeke mezin de ye. Divê ku jinên di koma bi rîsk de cih digirin, tavilê bên berdan.

Karakaya, derbarê rewşa tenduristiya 11 jinên nexweş ên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê girtî de ne, ev agahî da:

“*Aygul Kapçak: Di bedena wê de parçeyên şarapnele hene û di heman demê de nexweşiyên wê yên jinekolojik hene.

*Aynûr Eplî: Nexweşiyên wên yên mîde, ur û rûvî û troîdê hene.

*Lamîa Oso: Ji ber nexweşiyên xwe yên hûndir, bedena wê alerjik bûye û ji ber Guatrê hatiye emeliyat kirin.

*Remziye Yardimci: Guatra wê ya jehrî dike, Mîgren û sergêjiya wê heye.

*Hayriye Yagbasan: îltîhap pêre heye û nexweşa Verfî ye.

* Hatîce Aslan: Astima wê heye.

* Şîrîn Paksoy: Guatra wê heye.

* Ebrû Arzû Erdal: Guatr, di demarên dilê de pirsgirêk heye.

* Hayriye Ozkan: Guatra wê heye.

* Nûran Durak: Nexweşiya movikê pê re heye.

* Fatma Ozbay: Asta pençeşêrê ya 3’yemîn.”