‘’Bi tifaqa jınan pergalên desthilata hildiweşe’'

Gerîlayê YRK’ê Êrîş Zagros got, ‘’Bi tifaqa gelan û jinan pergalên desthilatdar hildiweşin.’’

Gêrîlayê Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistan (YRK) Êrîş Zagros têkilî 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê axivî. Zagros got, ‘’Tund û tujiyê ku beramberî jin dimeşe di pêşengiya pergalê de pêş dikeve. Jin bêyî ku têbikoşin daxil di xwezayê xwe de xeteriyek ji bo ferasetê zilamsalar ava dike. Ji ber ku jin civak e, jin dîrok e, pergalê desthilatdar bi polîtîkayên pir zirav û berfireh şerekî stratejîk dimeşîne. Li her deverê jiyanê kêlî nîne ku jin nayên kuştin. Mînak ev komkujî li welatên rojava bi şeklekî razber lê belê heta dawî sosyolojîk û psîkolojîk dimeşe. Li welatên rojhilat taybet jî di Rojhilata Navîn de bi şeklekî hîn ber bi çav û fizîkî dimeşe. Polîtîkayên ku li gorî civakîbûna herêmê diguhere dijmin dabeş nake, berovajî hîn zêdetir yekgirtî û bi sîstem dike.’’


Gerîla Erîş di derbarê polîtîkayên Îranê jî wiha got: ‘’Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî şerê taybet, li hember, jin û civak şerekî heta dawi li ser esase tunekirina nirxên madî-manewî dide meşandin. Mirov wextê lê meze dike yê ku li Îranê pêşengî ji bo şoreşê kir û bi rê ve bir, jin bû lê belê piştî şoreşê desthilatdariya ku ava bû destpêkê dest avît vî rastiyê ji ber ku hêzê jin a rêxistinkirî ya pêşengî dikir ji xwe re wek xeteriyekî dît û xwest vê hezê tune bike. Ev jî bi çi şeklî kir? Jin wek çîna duyem pênase kir û xwest daneheva rewşenbirî ya jinê bi demê re bihelîne. Lê serhildanên ku di salên dawî de pêk hatin da diyarkirin ku jin her çiqasî bi tund û tûjî, bi tunekirinê ve rûbirû bimîne jî wî çalakbûyîna xwe û pêşengîya xwe wenda nekir. Tevî ku jin her roj hate tepisandin, hate qetilkirin jî heza xwe mezin dike û li beramberî rêjîma dîktator têdikoşe û dixwaze edalet û wekheviyeke her alî ava bike.
Di vê serdemê de mirov nikare şidetê bi tenê fîzîkî pênase bike, ji ber ku îro şer piranî di asta fikir, hest û rihiyet de tê meşandin. Hemû qadên jiyanê ji bo jinan sînordar kirine. Giştî biryarên derbarê jiyanê de girtine tasarûfê xwe lê belê biryarê xwe kuştinê ji jinê re hiştine. Ev sepandinê bêçaretiyê ye û hemû jinên Rojhilatê Kurdistan, Îran û giştî cihanê pêwîst e, li beramberî vî xwedî helwest bin, tekoşîn bikin.
Êrîş Zagros her wiha nirxandina xwe wisa berdewam kir, ‘’ Îro li giştî cihanê fikir û felsefê Rêber Apo tekoşîneke wisa dimeşîne ku hemû însan xwe dikarin tê de bibînin taybet wek jin xwe tevlî vê felsefeyê kirin girîng e, ji ber ku Rêbertî di asta bîrdozî û paradîgmayê de li ser azadiya jin disekine û têdikoşe. Rêbertî jin û di şexsê jinê de jî civak dixwaze azad bike, ji ber vê rastiyê jî pergalê desthilatdar dixwaze, bi îdeolojî, felsefe û paradigmayê Rêber Apo ve Rêbertî tecrîd bike, tune bike. Lê em baş dizanin ku Rêbertî ne şexsek e, Rêbertî civakek e, Rêbertî dîrok e. Ji bo vî jî tecrîda li ser Rêbertî di rastî de tecrîda li ser jin, civak û dîrokê ye.
Gerîlayê (YRK) dawiya nirxandinê xwe de ev anîn ziman: ‘’Em gerîlayên Rojhilatê Kurdistan dibêjin  hemû jin û civakên cihanê taybet jî civakên Rojhilata Navîn pêwîst e, derdorê fikir û felsefê Rêber Apo kom bibin û hêzekî bê sînor, rêxistinkîrî ava bikin. Bi îtîfaqe gelan û jinan rêxistineke stratejîk ava dibe û ev hêz jî pergala desthilatdar hildiweşîne. ‘’